Nobedarên vê hefteyê Kurdên ji Bremen-Bremerhavenê ne

Nobeda 'Ji Ocalan re azadî' ku zêdeyî 4 sal in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê tê girtin, bi tevlûbûnên nû dewam dike.

Nobeda 'Ji Ocalan re azadî' ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de li meydana navbera avahiyên Konseya Ewropa, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê destpê kir, heta roja îro bênavber hefteyê heft rojan dewam dike.

Her roja Yekşemê komên nû çalakiyê dewr digirin. Vê hefteyê jî ji bajarê Bremen û Bremerhaven Feyzî Çapli, Nûrî Ahmed, Omer Teyar û Dayika Sorê nobedê digirin.

Çalakger li ser armanca çalakiya xwe mirovên li derdorê belav dikin û têkildarî pirsgirêka Kurd, rewşa Ocalan û polîtîkayên dewleta Tirk de bersivê didin pirsan. Li ser navê komê Feyzî Çapli da xuyakirin, ku heta ji wan tê ew hewl didin derdorê agahdar bikin.

'NEDIBÛ EM LI PÊŞBERÎ KOMKUJÎ Û DAGIRKERIYÊ BÊDENG BIMANA'

Çapli got, "Li pêşberî êrîşên vê dawiyê tên kirin, dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê me, me xwest bêdeng nemînin. Di rewşeke ku li Kurdistanê her roj mirov tên qetilkirin, bajarên me tên xerakirin û hewl tê dayîn destketiyên me yên li Rojava bi hevkariya çeteyan werin tinekirin, nedibû em li şûna xwe bisekinîna. Bi vê armancê, bi şiyara 'Jiyana Rêbertî jiyana me ye' li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Bremen û Bremerhavenê em hatin vê derê."

'JIYANA OCALAN JIYANA 49 MÎLYON KURDAN E'

Berdevkê komê bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Kurdan û têkoşîna azadiyê û got, "Jiyana Ocalan jiyana 40 mîlyon Kurdan e. Em dizanin, êrîş û tecrîda li dijî wî, zextên li dijî gelê Kurd e. Bila kes ne li bendê be ku em ê bêdeng bisekinin. Lazim e hem dostên me, hem Tirkiye hem jî welatên din ê cîhanê bi vê zanibin."

ÛCA û HEVSEROKÊ NAV-DEM'Ê ÇALAKGER ZIYARET KIRIN

Koma nobedar duh ji aliyê Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca û Hevserokê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan ve hat ziyaretkirin. Ûca û Dogan bi çalakgeran re axivîn û ji ber hewldanên wan spasiya wan kirin.

Heta niha zêdeyî 200 kom tevlî vê çalakiyê bûne. ÇalakÎ ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bê navber dewam dike.

...