Nobedarên vê heftê yên Strasbourgê koma ji Freîbûrgê ye
Nobedarên vê heftê yên Strasbourgê koma ji Freîbûrgê ye
Nobedarên vê heftê yên Strasbourgê koma ji Freîbûrgê ye
Nobeda Azadiyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber avahiya Konseya Ewropa ya li Strasbourgê tê girtin, nêzî roja 900. dibe. Nobed vê hefteyê ji aliyê 4 welatparêzên Kurd ên ji bajarê Elmanya Freîbûrgê ve dewir hat girtin.
Nobeda "Ji Ocalan re Azadî" ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî destpê kir, ket hefteya 129. Çalakiya nobedê vê hefteyê roja Yekşemê, ji aliyê Kurdistaniyên Velî Teke, Alî Akan, H. Nas û Fûat Kûmak ên ji bajarê Freîbûrgê ve tê meşandin.
Çalakgerên ku nobed ji koma ji bajarê Ûlmê dewir girtin, 36. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin û berxwedana Kobanê ya li dijî barbariya DAIŞ'ê, silav kirin.
'DEWLETÊN EWROPA Û CÎHANÊ SÊ MEYMÛNAN DILÎZIN'
Li ser navê koma nû Alî Akan axivî, bal kişand ser armanca tevlîbûna xwe ya li çalakiya nobedê û diyar kir ku dewletên Ewropa û cîhanê 'sê meymûnan' dilîzin. Akan got, "Em êdî nikarin xwe li rewşa dîlgirtî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan rabigirin. Em bi biryar in, ku heta Rêbertî azad bibe hem vê çalakiya xwe, hem jî çalakiyên xwe yên din bidomînin.
Dewletên Ewropa û Cîhanê hînê li xeteriya komkujiyê ya li Şengal û Kobanê temaşe dikin. Ji ber ku gelê Kurd li wan cihan e. Û dema Kurd dibe mijara gotinê dibêjin 'min nedît, nebihîst û nizanim' 'sê meymûnan' dilîzin. Heta berjewendiyên welatan mijara gotinê nbe, wê her tim temaşevan bin."
BANGA JI BO KONGREYA NETEWEYÎ
Ji endamên komê H. Nas jî banga yekîtiyê li tevahiya gel û hêzên Kurd kir û destnîşan kir ku divê ev yekîtî jî bi Kongreya Neteweyî bi encam bibe. Nas bal kişand ser pêwîstiya lezgîn a kongreyê û got, "Em jî mîna gelên cîhanê diwazin li welatê xwe, li xaka xwe bi awayekî azad bijîn, bi çanda xwe zarokên xwe mezin bikin. Ev daxwaz mafê herî jiyanî û xwezayî yê mirovan e. Lê mixaibin mafê jiyaneke însanî ji Kurdan re nayê naskirin. Ev ne sûcê kesî ye, sûcê me bi xwe ye. Eger Kurd yek bûya, ji bo berjewendiyên şexsî bi hev neketibûya, îro wê li Rojhilata Navîn hêza herî girîng bûya."
Çalakger diyar kir ku divê Kurd li erdnîgariya lê dijî û li tevahiya cîhanê bibe xwedî gotin û got, "Îro ji bo yekîtiyê şert û merc afirîne û her çend gavên biçûk hatibin avêtin jî, hêviya min ew e ku ev gav veguhere yekîtiyeke tam. Yanî bi Kongreya Neteweyî bi encam bibe" û bang li hemû hêzên Kurd kir.
Nobeda ji Ocalan re Azadî ya di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kir, çalakiya herî demdirêj a Kurdistaniyên li Ewropayê ye. Heta niha 235 hezar belavokên bi zimanên Îngilîzî, Elmanî û Fransî, 38 hezar broşurên li ser biyografiya Ocalan, 35 hezar pirtûkên Ocalan ên bi sernavê "Li Kurdistanê şer û aştî", 13 hezar broşurên li ser Komkujiya Parîsê hatine belavkirin.