Nobedarên hefteya 309'an koma ji Saarbruckenê ye
Nobeda 'Azadî ji Ocalan' re vê hefteyê ji aliyê komeke nû ya ji 4 kesan a ji bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê ve tê girtin.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan' re vê hefteyê ji aliyê komeke nû ya ji 4 kesan a ji bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê ve tê girtin.
Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 309'an de ye. Her hefte komek ji welatparêzên Kurd ên li bajarên cuda yên Ewropayê nobedê digirin.
Ji roja Yekşemê û vir ve 4 kesên ji bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê nobedê digirin. Nobedarên vê hefteyê welatparêzên Kurd ên bi navê Mahmût Agirman, Îsa Mûstafa, Emrûllah Ozdemîr û Yilmaz e.
HER ROJ AGAHÎ JI SEDAN KESÎ RE TÊ DAYIN
Di çalakiyê de her roj agahî ji sedan parlamenter, burokrat û xebatkarên saziyên din ên Ewropayê re tê dayin. Çalakî her wiha bala tûrîstên xwecihî û biyanî yên serdana parka Orangerie dikin, dikişîne.
Çalakgerên ji Saarbruckenê ji danê sibehê ve dest bi belavokirina belavok û broşuran dikin û sohbetê bi mirovên li derdorê re dikin. Çalakiya nobedê ku beriya niha bi heman rengî ji bo lîderê Afrîka Başûr Nelson Mandela hatibû kirin, ev 6 sal in bi rengekî bê navber dewam dike.
'BERXWEDANA ME YA JI BO AZADIYÊ WÊ HETA DAWIYÊ DEWAM BIKE'
Bi navê koma ji Saarbruckenê daxuyanî hate dayin û hate destnîşankirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîna xw ebidomînin. Komê bal kişand ser girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê û gelên Rojhilat Navîn û got, "Berxwedana me ya ji bo azadiyê wê heta dawiyê dewam bike. Ev têkoşîn têkoşîna azadî û mirovahiyê ye. Em soz didin şehîdên xwe û Serok Apo; heta ku ew û gel azad bibin, berxwedana me wê dewam bike."
'Nobeda Azadiyê' ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin.