Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' bi koma FEDA'yê dewam dike

Çalakiya nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her hefte ji aliyê komek ji Kurdistaniyan ve tê meşandin, vê hefteyê bi nûnerên Elewiyan ên li Ewropayê dewam dike.

Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî', ku ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê girtin, ji duh ve ji aliyê 4 kesên endamê Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) ve tê girtin.

Li ser navê koma FEDA'yê daxuyaniyek hat dayîn û hat destnîşankirin, ku ew bi şiyara 'cihgirtina li cem mezlûman' tevlî nobedê bûne. 

Di daxuyaniyê de bang li Elewiyan û hemû bindestan kir, ku li dijî zilma Mûaviyeyan têkoşîna hevpar bimeşînin û hat destnîşankirin, ku weke FEDA ew ê çalakiyên xwe yên bi vî rengî bidomînin.

Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî, ev 241 hefte ne bê navber tê lidarxistin û her hefte komek ji Kurdistanî û dostên wan ên ji bajarekî Ewropayê ve tê girtin.

Herî dawî, komek ji Elmanyayê dewr girtibû ku di nav de Xalê Ekrem bavê yek ji kadroyên destpêkê yên PKK'ê Hamza Yavûz ê di sala 2000'î de li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, hebû.