Nobeda Azadiya Ocalan koma Rennesê dewir girt

Çalakiya nobedê ya li pêşiya avahiya Konseya Ewroapyê (KE) ku bi şîara ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin, ji aliyê 5 Kurdistaniyên ji bajarê Rennes ê Fransayê hatîn ve hate dewirgirtin.

Çalakiya Nobeda Azadiya Ocalan a kete hefteya 263’an ji aliyê welatparêzên Kurd ên bi navên Haydar Goçmen, Şehmûs Amed, Ciwan Osman, Emîn Bûldan û Încî Golan ên ji bajarê Rennesê hatin ve hate dewrigirtin. Hefteya bihurî çalakî ji aliyê koma Kurd a ji Normandiyê ya Fransayê ve hatibû dewirgirtin.

Çalakgerên ku ji roja Yekşemê ve ji saetên zû yên sibehê heta derengiya şevê ve nobedê digirin, broşor, biyorafî û pirtîkên têkoşîna Rêberê Gelê Kurd û firên wî yên têkildarî tevgera jina Kurd pêk tên, belav dikin. Çalakger her wiha pirsên turîstên biyanî û welatiyên Fransî yên li ser Ocalan û Kurdan jî bersiv dide.

Nobeda Azadiya Ocalan a 25’ê Hezîrana 2015’an û vir ve destpê kirî heta niha 1500 kes beşdar bûne. Her hefteyê Kurd û dostên wan ên ji bajarên cuda yên Ewropayê beşdar çalakiyê dibin.

Jinên Kurd hema bêje her hefteyê cihê xwe di çalakiyê de digirin, Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) û rêxistinên jinan ên yekbûyî komên serbixwe tenê ku ji jinan pêk tên jî beşdarî nobed dibin.