Rojnameya Tirk a bi navê "Akşam" nûçeyek bi sernivîsa "Qileban bi dewletê re li hev kir" weşandibû. Lê belê gundiyên Roboskiyê vê nûçeyê piştrast nakin û wiha diaxivîn: "Medyaya Tirk bi van nûçeyên xwe yên asparagas pkovokatoriyê dike. Em ew kesên ku vê nûçeyê nivîsandî ji xwedê re dihêlin. Berî me, bi navê me ve nûçeyan çêdikin. Him qatil in, him jî rûreş û bêbext in."
Rojnameya Akşamê pêr cih dabû vê manşetê; "Qileban bi dewletê re li hev kir". Di nûçeyê de hatibû îddia kirin ku dewletê gelek alîkarî dayê gundiyên Roboskiyê û gelek gundî jî kiriye karmend.
Di nûçeyê de hatibû gotin ku wan van agahiyan ji Velî Encû wergirtiye. Lê belê Velî Encû dibêje ku tu rojnamegerek wî negeriyaye û agahiyên di nûçeyê de tev çewt in û berî wî navê wî hatiye bikaranîn. Encû nêrinên xwe yên di derbarê mijarê de wiha anî ziman:
"Piştî min vê nûçeyê xwend, min xwest xwe bigîhinim nûçegihanê. Ez bi rêya telefonê li navenda rojnameyê geriyam, lê belê nexwestin xwe bigihînim wî nûçegihanî. Agahiyên hatine weşand in, tev derew in û bêbextî ne. Bila derkevin bêjin ka ji gundê me kî van agahiyan daye wan. Niştecihên Roboskiyê qet bi dewletê re aş nebûne. Heya qatilên vê komkujiyê neyên darizand wê aş jî nebe. Bila dinya hemû vê yekê bizanibe."
'DINYAYÊ HEMÛ BIDIN ME EM QEBÛL NAKIN'
Halime Encû jî ku di qetliamê de lawê wê yê bi navê Serhat hatibû kuştin, li dijî rojnameya Akşamê nerazîbûnekî tûnd nîşan da. Halime Encû diyar kir ku ew bi perêyan nayên kirin û wiha axivî:
"Ne tazmînat, dinyayê hemû jî bidin me em qebûl nakin. Bila qatilên zarokên me nîşanê men bidin bes e. Piştî nûçeyê me dît, em bi dehan caran rojnameyê geriyan û lê bersiva telefonên me nedan. Ji zilamê xweyî nûçeyê re du gotinên min hene; ez te hewaleyê xwedê dikim. Gelo ev kes di jiyana xwe de carekî hatiye Roboskiyê, gelo ka zanî Roboskî li kuderê ye. Berî xebera me, bi navê me nûçeyan çêdikin. Him qatil in û hem jî rûreş in."
Ji niştecihên Roboskiyê Faruk Encû bibîr anî ku ji rojê pêşî heya niha ew dixwazin berpirsyarên bûyerê derkevin holê û werin darizandin. Encû diyar kir ku bila ew pere ji wan re be û wiha axivî:
"Beyî ku werin vir, bi fermana dewletê ji Enqere û Stenbolê nûçeyan çêdikin. Dixwazin fitne û fesadiyê têxin di nava malbatan de. Lê em goh nadin van bêbextiyan. Wezîr Beşir Atalay roja pêşî hate mala cerdevanekî, diyarî û pera da wî. Lê xizmekî vî kesî jî di komkujiyê de jiyana xwe ji dest nedabû."