Nîqaşên li ser mudaxalekirina Sûriyeyê bûhayên petrolê zêde kir
Nîqaşên li ser mudaxalekirina Sûriyeyê bûhayên petrolê zêde kir
Nîqaşên li ser mudaxalekirina Sûriyeyê bûhayên petrolê zêde kir
Geşedanên Rojhilata Navîn û senaryoyên mudaxaleya leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê bûhayên petrolê zêde kir. Buhayên petrolê di sê mehên daweî de ji sedî 20 zêde bû.
Piştî aloziya li Misirê dest pê kir, fikarên der barê mudaxaleya leşkerî ya bi pêşengiya DYA’yê ya li hemberî Sûriyeyê, bûhayên petrolê gihişt asta herî jor. Bûhayê varîla petrolê bi 115.77 dolarî tê firotin.
Mînak tevgera li barageha leşkerî ya Îngîlîz a li Aliyê Kibris Rumê ya nêzî Sûriyeyê ye, di piyasaya Kar û Barê bi Vadeyê ya Londonê, bû sedema bûhabûna petrolê.
Mijar Tirkiyeyê ji nêz ve eleqeder dike. Wezîrê Enerjiyê Taner Yildiz, diyar kir ku ji ber buhayên pertorlê 113 dolar derbas kiriye, di maliyeta enerjiya Tirkiyeyê de 300 mîlyon dolar bar çêbûye.
Di piyasaya Navnetewî de buhayên petrolê, ji aloziya Rojhilata Navîn bi rêjeyeke mezin bandor dibe. Lê ji sedî 45 hilberîna petrola cîhanê welatên Rojhilata Navîn hildiberîne.