Nijadperestan êrîşî daweta Kurdan kir: 15 birîndar

Nijadperestan êrîşî daweta Kurdan kir: 15 birîndar

Koma nijadperestan ya ji 50 kesan pêk dihat êrîşî daweta kurdan kir û di êrîşê de 5 jê giran 15 kes birîndar kirin.

Li navçeya Zeytînbûrnû ya Stenbolê komek nijadperest êrîşî daweta kurdan kir û di êrîşê de 15 kes birîndar kirin. Koma nijadperestan ku ji 50 kesan pêk dihat, li Salona Dawetê ya Yigitoglu ku malbata Kurd ya ji Kozluka Êlihê daweta xwe pêk dianî, di demjimêr 22.00'an êrîşî dawetê kir. Koma nijadperestan ku bi kêr, satore, çiftê bi bombe û daran êrîş pêk anî 5 jê giran 15 kes birîndar kirin.

Piştî koma destpêkê êrîş pêk anî koma duyemîn bi dolmîşa plakeya wê 34 HR 0549 ya BMC hat ber salona dawetê û bi çifteyên pompeyî gule barandin. Komê piştî êrîş pêk anî û şûnde çekên pompeyî dan nijadperestan û maşîneya xwe li cihê bûyerê hiştin û dûr ketin.

Welatiyê bi navê Zekî Şayak bi giranî birîndar bû diyar kir ku, nêzî 20 polîs li cihê bûyerê hebû, lê tu kesî mudaxeleyî komê nekir. Şayrak anî ziman ku, di salonê de zarok jî hebûn, lê kom ket salonê û êrîş pêk anî. 15 kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên Samatya, Bakirkoy, Bagcilar, Bahçelîevler û Cerrahpaşa yê.

ÊRÎŞ BI ORGANÎZE PÊK HAT

Birîndarên ku rakirin nexweşxaneya Tibê ya Cerrahpaşayê diyar kirin ku, êrîş bi plan û organîze pêk hatiye û ji ber vê yekê polîsan mudaxeleyi komê nekiriye. Birîndarê bî navê Faruk Demir anî ziman ku, kesên êrîşî wan kirin şêniyên taxê bûn û wiha got: "Koma êrîşî me kirin gotin 'Vir taxa me ye. Hûn nikarin li vir li starên kurdî guhdar bikin. Koma êrîşkar çi ket ber wan avêtin me û êrîşî me kirin"

POLÎSAN ÊRÎŞKAR BINÇAV NEKIRIN

Zava Eyup Solun jî bertekên xwe anin ziman û diyar kir ku, dawet li wan kirin jar û wiha got: "Me fam nekir ku em rastî çi hatin. Dema êrîş pêk hat me ji polîsan re got hûn çima mudaxale nakin. Li gel ku me êrîşkarek girt û teslîmî polîsan jî kir, polîs li ber çavên me ew serbest berda. Me dolmîş û kîlîta maşîneyê desteser kir. Polîsan piştre maşîneya ku koma çekdar anî bi çekîç kişandin aliyekî. "

TENÊ 4 ÊRÎŞKAR HATIN BIÇAVKIRIN

Di êrîşê de Zekî Şayak ji serê xwe de bi saçmayê birîndar bû. Ridvan Solun 4 tiliyên wî jê bûn. Ferhat Uluişik ji serê xwe bi giranî birîndar bû. Muzaffer Solun ji sînga xwe ve birîndar bû. Niha dermankirina 5 kesan li nexweşxanyan didome. 10 kes jî piştî hatin dermankirin şandin malên wan. Hate zanîn ku 4 êrişkar jî hatin binçavkirin. Welatiyên Kurd ên rastî êrîşê hatin jî ji bo îfadeyê birin Midûriyeta Polîsan ya Zeytinburnuyê.