Rojnameya Ozgur Gundemê 3-4 roj beriya bê girtin, li ser rewşa li Îmraliyê û nêzîkatiya dewletê ya li Ocalan hevpeyvîneke gelekî girîng weşand. Ev hevpeyvîna di 15-16'ê Tebaxê de, ku bi Çetîn Arkaş û Nasrûllah Kûran re hat kirin, ji bo fêhmkirina mercên heyî yên li Îmraliyê û gefên li Ocalan tên xwarin, gelekî girîng e.
Beriya vê hevpeyvînê (22'ê Tîrmehê) Çetîn Arkaş ji rojnameya Ozgur Gundemê re nivîsek şand û qala 'nameya bê îmze' ya ji Ocalan re hat şandin, kir.
Çetîn Arkaş û Nasrûllah Kûran, heta 26'ê Kanûna sala 2015'an li girava Îmraliyê man û rewşa li wê derê dîtin. Lewma gotinên wan gelekî girîng in.
Em niha bala xwe bidin bûyer û qewimînên du sê salên dawî yên li Îmraliyê, hin gotinên Arkaş û Kûran ragihînin û bi vî rengî xeteriya rewşa heyî raxin pêş çavan:
29'ê Mijdara 2014.
Di dema şerê giran ê Kobanê de, komek ji endamên DAIŞ'ê yên bi wesayîtan ji deriyê sînor ê Mûrşîtpinarê derbas bû, hewl da xwe bigihîne navenda bajêr. Piştî şerekî giran, ev kom hat têkbirin. Çeteyên DAIŞ'ê xwe li embarên genim ên hikûmeta Tirk girtin. Dîmenê destpêkê yê vê êrîşê ji aliyê ajansa dewleta Tirk AA ve hat weşandin.
Piştre derket holê, ku heman rojê di heman saetê de heyeta dewletê çûye Îmraliyê û bi Ocalan re rûniştiye. Qaşo çûne mesaja 'Me Kobanê têk bir' bigihînin Ocalan.
Lê Kobanê hat rizgarkirin û heta 5'ê Nîsana 2015'an hevdîtinên bi Ocalan re dewam kirin.
Piştre hevdîtinên heyeta HDP'ê yên li Îmraliyê hatin astengkirin.
Lê di hevpeyvîna li jorê qala wê hat kirin de, li ser rewşa piştî 5'ê Nîsanê agahiyên girîng tên dayîn.
Li gorî vê yekê;
Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, heyeta dewletê di 25'ê Hezîrana 2016'an de li girava Îmraliyê careke din bi Ocalan re rûdinê.
Û weke ku tê zanîn, di heman rojê de çeteyên DAIŞ'ê ji sînorê Tirkiyeyê êrîşî Kobanê kirin, ketin nava bajêr û 243 sivîl qetil kirin.
Em bi rengekî din bilêv bikin; Di 25'ê Hezîrana 2015'an de dema DAIŞ'ê ji sînorê Tirkiyeyê êrîşî Kobanê kir û piraniya wan zarok 243 kes qetil kir, heyeta dewleta Tirk bi helîkopterê çû Girava Îmraliyê.
Heyeta dewletê di vê hevdîtinê de ji Ocalan dixwaze ku 'nameyeke rewşê nerm bike' ji KCK'ê re binivîsîne. Lê Ocalan jê re dibêje 'ez ê binirxînim'. Ocalan piştre ji rayedaran re dibêje "Heta kengî wê name ji Qendîlê re bê nivîsandin? Ji heyetê re bêjin, eger projeyên wan ên ji bo çareseriyê hebin, bila hingî were em hevdîtinê bikin. Na, eger wê dîsa bi mijarên weke nameyan hewl bidin mijûl bikin, wê çaxê pêwîstî bi hatina wan nîne. Ez ê hingî hevdîtinê nekim."
4 meh piştî vê hevdîtinê, yanî di Cotmeha 2015'an de 'nameyek bê nav' ji Ocalan re hat ragihandin.
Di rewşa asayî de, hema hema ti ji nameyên ji Ocalan re tên şandin, nagihêjin ber destê wî, nadin wî. Lê vê 'nameyê' didin wî. Name ji aliyê kesekî ku xwe weke 'medyûm' pênase dike ve ji navnîşanek li Berlînê tê nivîsandin. Bi kurt û kurmancî vê mesajê dide Ocalan: "Erdogan şensekî mezin bû, diviyabû te ev şens binirxanda. Tu yê îsal 'bi rengekî xwezayî' bimire."
Çetîn Arkaş nêzîkatiya Ocalan a li nameyê bi vî rengî kurteber dike:
"Birêz Ocalan bi me re parve kir û li nêrîna me pirsî. Nêrîna me hemûyan a hevpar ew bû, ku ev name gefxwarinek e. Birêz Ocalan vê nameyê ji îdareyê dipirse. Jê re dibêjin 'em pê nehesiyan, ji xwe em nameyên bi vî rengî nadin, şaşîtiyek çêbûye'. Di sîstema Îmraliyê de tiştekî neyê dîtin, bi şaşîtî çêbibe, nîne. Her tişt li gorî vê yekê hatiye amadekirin. Xwestin wê nameyê bigihêjînin Birêz Ocalan. Mijar ev e.
Bêguman Birêz Ocalan ji bo vê nameyê ev bersiv da: Tenezûlkirina li tiştên bi vî rengî, sivikî ye. Em mirovên şoreşger in. Ji xwe min heta roja îro rola xwe lîst, piştî mirinê jî ez ê rola xwe bilîzim. Ji ber vê yekê, mîna Che Gûevara dibêjim, 'mirin ji ku tê bila bê, ser seran û ser çavan tê'. Ez dizanim li vir guhdarî dikim, lewma bi dengekî bilind dibêjim, ku bibihîzin."
Û çend roj piştî nameya gefxwarinê, di 10'ê Cotmeha 2014'an de roja KCK'ê ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê agirbestê ragihîne, li Gar a Enqereyê komkujî hat kirin.
Wekî din, di dawiya meha Cotmehê de, yanî çend roj beriya hilbijartinên 1'ê Mijdarê, heyeta dewletê careke din diçe Girava Îmaliyê.
Alîkarê Musteşarê Ewlekariya Cemaweriyê serokatiyê ji vê heyetê re dike. Alîkarê Musteşar ve gefê li Ocalan dixwe:
"Hûn Rojava gelekî dinepixînin. Eger em bixwazin, em ê 300 balafiran rakin û bi artêşa xwe wê derê ripîrast bikin."
Ji xwe tê zanîn, Tirkiye dixwaze daxwazên maf û azadiyê yên Kurdan li Rojava bifetisîne. Komkujiyên li Kobanê û desteka ji bo DAIŞ'ê ji ber vê yekê hatin kirin. 'Operasyonên' Cerablûs û El Raî ku di encama lihevkirina bi DAIŞ'ê re hatin kirin, dewama polîtîkaya ku Alîkarê Musteşar qala wê dikir in.
Bêguman tiştekî ku ji polîtîkaya dewletê ya bi 'binpêkirina Rojava' gefê li Ocalan dixwe neyê fêhmkirin, nîne.
Ya ku niha tê meraqkirin û di nava civaka Kurd de re li ber fikaran vekiriye ew e, ku ev polîtîka bi taybetî piştî 15'ê Tîrmehê li Îmraliyê bi çi rengî hatiye meşandin.
Rayedarên HDP'ê dan xuyakirin, ku di şeva hewldana darbeyê de bi helîkopterê êrîş li Îmraliyê hatiye kirin û li derdora girtîgehê şer derketiye.
Hat ragihandin, leşkerên bi helîkopterê êrîşî Îmraliyê kirin, reviyan Yewnanîstanê.
Hikûmetê di vê mijarê daxuyaniyek neda.
Piştî ku 50 siyasetmedarên Kurd li Amedê ji bo 'hevdîtina bi Ocalan' re dest bi greva birçîbûnê kirin, Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag daxuyanî da û got, "Di mijara ewlekariya Ocalan de pirsgirêk nîne."
Wekî din negot, ku leşkerên reviyan e Yewnanîstanê êrîşî Îmraliyê nekirine.
Dewleteke ku di dema hevdîtina bi Ocalan re kujerên DAIŞ'ê şand Kobanê, bi qasî ku 'nameya bênav' bişîne erzan bû û bi 300 balafiran gef li Rojava xwar, niha radibe dibêje 'Di mijara ewlekariya Ocalan de pirsgirêk nîne'. Ev daxuyanî bêhna kesî fireh nake, berevajî hîn bêhtir teng dike.
Dewleta Tirk li pêşberî daxwazên bingehîn ên gelê Kurd weke 'esîrekî nêzî Ocalan dibe. Zîhniyeteke ku dibêje "Me şerê topyekûn ragihand, çareserî mareserî nîne', jê tê ku li Rojava yan jî li cihekî din çi ji dest bê, bike.