Newroz li Helsînkî bi girseyî hat pîrozkirin
Li paytexta Fînlandiya Helsînkî, Newroz hat pîrozkirin. Bi sedan beşdarên pîrozbahiyê xwerêveberî û berxwedana li Bakurê Kurdistanê silav kirin.

Li paytexta Fînlandiya Helsînkî, Newroz bi awayekî girseyî hat pîrozkirin. Di axaftinên li vê derê de wehşet û terora dewleta Tirk a li Kurdistanê dike, hatin şermezarkirin. Hat ragihandin, berxwedana bi heybet a gelê Kurd a li hemberî van êrîşan, kevneşopiya berxwedanê û ruhê Newrozpê xurtir kiriye.
Di pîrozbahiya ku gelek Fîniyên dostên Kurdan jî lê amade bûn, peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a ji bo Newrozê di sînevîzyonê de hat nîşandan.
Hevseroka KONGRA GEL Remzî Kartal jî li vir axivî û bal kişand ser girîngiya pêvajoyê. Kartal destnîşan kir ku bi berxwedanê re wê bi ser kevin. Kartal da xuyakirin, ku divê her Kurdistanî li her devera lê dijîn bi berxwedana li welêt re bibin yek û ji aliyê madî û manewî ve destekê bidin vê têkoşînê. Kartal işaret bi girîngiya ji nû ve avakirina welêt kir.
Piştî axaftinan komên muzîkê derketin ser dikê û bi stranên bi ruhê Newrozê re reng dan pîrozbahiyê.
Pîrozbahiya Newrozê heta derengiya şevê dewam kir. Kartal wê îro jî beşdarî civîneke li komeleya Kurd a li paytexta Fînlandiya Helsînkî bibe.