Newroz li bajarê Akbaran ê Ermenîstanê hat pîrozkirin

Newroz li gundê Dêrikê Yê bajarê Akbaran ê Ermenîstanê hat pîrozkirin.

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Ermenîstanê dewam dikin. Kurdên li bajarê Akbaranê û derdora wê dijîn, ji bo pîrozkirina Newrozê li gundê Dêrikê li hev civiyan. 

Pîrozbahî ji alyê Kuristan Komîteyê ve hat organîzekirin. Beriya destpêkirina pîrozbahiyê kolanên gund bi alên PKK, KCK, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan hat xemilandin.

Bi dehan ciwanên tîşortên ji wêneyên Ocalan li xwe kirin, danê êvarê herikîn qada pîrozbahiyê. Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Dûre agirê Newrozê hat pêxistin.

Endamê Kurdistan Komîte Dawût Karasû li vê derê axivî û newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên şoreşê, gerîla û gelê Kurdistanê pîroz kir.

Karasû bal kişand ser girîngiya Newroza 2016'an, ku li Kurdistanê bûyerên girîng diqewimin û destnîşan kir, ku sala 2016'an wê bibe bihara gelê Kurdistanê.

Li dû axaftina Karasû hunermendên herêmî stranên xwe pêşkêş kir û beşdaran li dora agirê Newrozê govend gerandin.

Beşdarên pîrozbahiyê Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê, berxwedanên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê silav kirin.

Pîrozbahiya Newrozê bi qîrîna dirûşmên "Bijî Rêber Apo", "Bijî şervanên azadiyê", "Bijî Newroz" bi dawî bû.

...