Newroz li bajarê Aalborg ê Danîmarkayê hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin. Li bajarê Aalborg ê Danîmarkayê ji bo Newrozê şevek hat lidarxistin.
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin. Li bajarê Aalborg ê Danîmarkayê ji bo Newrozê şevek hat lidarxistin.
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin. Li bajarê Aalborg ê Danîmarkayê ji bo Newrozê şevek hat lidarxistin.
Şeva pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir, nûnerên partiyên cuda û komeleyan di pîrozbahiyê de axivîn.
Nûnerê PYD’ê yê Danîmarkayê diyar kir ku bi hatina biharê re li Rojava mizgîniya federasyonê hat dayîn, bi ruhê berxwedana Mazlûm Dogan a li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û bi nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihiştine van rojan.
Endamê Meclîsa Şaredariya Partiya Demokratîk a Sosyal Nûradîn S. Hûssenî axivî û anî ziman ku Serokê Şaredariya Aalborgê Thomas Kastrûp Larsen ji ber bernameya zêde a û ji ber betlaneya Paskalya nikarîbû beşdar bibe, lê silavên wî hene.
Larsen diyar kir ku ji ber pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Aalborgê rengekî cuda derxistiye û di peyama pîrozbahiyê de wiha got: “Gelê Kurd di pêvajoyeke teng re derbas dibe û li Rojhilata Navîn têkoşîneke lehengî dimeşîne, divê bê teqdîrkirin.”
Encûmanê Meclîsa Şaredariya Partiya Yekîtiya Kesk- Sor Anja Thomsen bi gotina “Newroza we pîroz be” dest bi axaftina xwe kir, diyar kir ku ji ber rewşa heyî ya li Tirkiyeyê, nikarin biçin.
Li ser navê Nûnertiya Komala Alewiyên Randersê Feramuz Şah Acar axivî û got Elewiyan heta duh jî xwe ji têkoşina gelê Kurd dûr digirtin. Acar destnîşan kir ku sedema vê dûrketinê jî polîtîkayên Kemalîstên netewperest bû.
Li ser nave KDP-Î jî Nûnerê Aalborgê Ahmad Khanî axivî û got dewleta Îranê ciwanê Kurd bi darve dike û hemû cîhan jî bê deng dimîne. Welatên ku axa Kurdan desteser kirine, dema mijar tê ser Kurdan dibin yek û diyar kir ku pêwîst e li hember van polîtîkayan gelê Kurd hişyar be.
Li ser nave YNK’ê jî ji Nûnertiya YNK a Aalborgê Rizgar Raniyeyî axivî û got, ev berxwedana bi piştgiriya gel re xwe gihand asteka bilintir. Raniyayî bal kişand ser girîngiya Kongreya Neteweyî a Kurdan û bi bîr xist ku eger ev kongreya çêbibe wê peyameka girîng bide qada navneteweyî.
Piştî axaftinan hûnermend Pinar Aydinlar, Memo Gêlo, Hozan Axîn, Zanyar Dargirê û Bahcat Hejar derketin ser dikê. Pîrozbahî bi Stranên Koma Rojava ve bi govendgerandinê bi dawî bû.