Li dijî hewldana dagirkeriyê hêrsa Kurdan kêm nabe

Li dijî hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk li ser Efrînê hêrsa Kurdan kêm nabe. Kurdistaniyên li Ewropa dijîn îro li Elmanya, Swêd û Belçîka daketin qadan û piştgirî dan ‘Berxwedana Serdemê’

Kurdistaniyên li Ewropa dijîn îro jî ji bo Efrînê daketin qadan.  Li Belçîkayê dibin pêşengtiya KOMAW’ê de îro seat 17:00’an ji bo balkişandina li ser komkujiyên sivîlan a li Efrînê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên sivîlên hatin e qetilkirin, hate rakirin û bê navber dirûşmeyên ‘Duh Kobanê, Îro Efrîn’ û ‘Kujer Erdogan’ hate berzkirin.

ARNHEM

Li bajarê Arnhem ê Hollandayê dibin pêşengtiya KOMAW û Tevgera Jinên Kurd de çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî li ber Îstasyona Arnehm Central pêk hat û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê hate protesto kirin.

STOCKHOLM

Li Swedê jî  Kurdistaniyan di seat 16:00’an de li ber Parlamentoya Swêdê ya li Stockholmê çalakî lidarxist. Di çalakiyê de pankarta li ser nivîsa bi zimanê Îngilîzî ‘Qirkirina Efrînê bidin sekinandin’ hate hildan û wêneyên sivîlên di komkujiyan de hatin e qetilkirin hate rakirin. Ehmed Yilmaz axaftinek kir û banga tevlîbûna çalakiyan li Kurdistaniyan kir.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê dibin pêşengtiya Komîsyona Malbatên Şehîdan de ji bo protestokirina komkujiyên artêşa Tirk û çeteyên wê çalakiyek hate lidarxistin. Bi sedan kes li naveda Alte Synagoge li hev civiyan û bi dirûşmeyan dagirkeriya Tirk protesto kirin. Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin.

STÛTTGART

Çalakiya nobeta çadirê ya dibin pêşengtiya Platforma Edî Bese a Stûttgartê ku ji 20’ê Çileyê ve her roj tê lidarxistin, îro jî li qada Schossplatzê dom kir. Di çalakiyê de pankarta Platforma Edî Bese a bi zimanê Elmanî ‘Şandina çekan a ji bo Tirkiyeyê bisekinînin, Efrînê biparêzin’ û wêneyên komkujiyên Efrînê hate nîşandan. Piştî çalakiya nobetê gel seat 18:00’an de dest bi meşê kirin. Ciwanên Azad û komên ciwanên Elman yên anti faşîst li Stûttgartê beşdarî meşê bûn û piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ , ‘Artêşa Tirk ji Efrînê derbikeve’ , ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Elmanya piştgiriyê dide, Tirkiye bombardûman dike’ hate berzkirin.