Nerazîbûn nîşanî berdana ji doza Dînk hate kirin

Nerazîbûn nîşanî biryara dozgeriyê ya berdana 2 kesên ji doza darezandina erkdarên civakî ya têkildarî kuştina Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agost Hrand Dînk dihat darezandin, hate dayîn.

Nerazîbûn nîşanî biryara berdana bi şertê kontrola edlî ya rojnamevan Ercan Gun û erkdarê Îstixbarata Jendermenyan a Stenbolê yê demê Mûharrem Demîrkale yên ji doza darezandina erkdarên civakî ya têkildarî kuştina Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agost Hrand Dînk dihat darezandin, hate dayîn.

Di rûniştina li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê de, bersûc Ercan Gun, Mûharrem Demîrkale yên di derbarên wan de qedexeya derketina derve hate girtin û biryara berdana wan hate dayîn, nerazîbûn nîşanî biryara berdana dazgeriyê rûniştinê hate dayîn.

Dozger daxwaza berdewamiya girtina wan xwest. Daxwaz wê ji aliyê 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve bê nirxandin.