'Ne awhewayê pergalê biguhere!'

'Ne awhewayê pergalê biguhere!'

Li dijî guhertina awhewaya gerdûnî di asta cîhane de li hember welatên serwer meşên hişyariyê yên awhewayê li Taksîmê destpê kir. Koma Çalakiya Gerdûnî ya bi dirûşmaya, “Ne awhewayê pergalê biguhere” ji Tunelê heta Qada Galatasaray meşiyan, beriya civîna krîza awhewayê ya li New York bi banga Neteweyên Yekbûyî (NY) wê bê lidarxistin,  hişyarî dan serokên cîhanê.

Yekemîn Meşa awhewayê ya wê di asta cîhanê de bê lidarxistin a yekemîn li Taksîmê pêk hat. Di pêşengiya Koma Çalakiya Gerdûnî de bi sedan kesên ji Tunelê heta Qada Galatasaray meşiyan bang li serokên cîhanê kirin û ji wan re gotin ku dest ji mêtinkarkirina xwezayê berdin.

Li ser navê aktîvîstan Nuran Yuce ku daxuyanî xwend armanca çalakiya xwe wiha vegot. Yuce diyar kir  ji bo balê bikişînin ser talûkeya ekosîstema cîhanê  meşiyane û got, “Li hember kesên ku guhertina awhewaya ku jiyana yekser tehdît dike, wek jirêderketineke demkî dibîne, guhertina awhewayê red dike û li hember van guhertinan gav navêjin ji bo em edaleta awhewayê qîr bikin li vir in.”