NCKD Koln: Tevahî saziyên Kurdan krîmînalîze dikin

NCKD Kolnê bal kişand ku bi ser malên li Elmanyayê de tên girtin, diyar kir ku hewl didin tevahî saziyên Kurdan krîmînalîze bikin.

Li bajarê Koln ê Elmanyayê, 10’ê Nîsanê polîsan bi ser gelek malan de girtin û ciwanek binçav kirin.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê ku têkîldarî bûyerê navê wê jî derbas bû, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ti têkîliyên wan bi bûyera li Qada Koln-Keûpstr re nîne.

‘FAŞÎSTAN GEF XWARIN’

Hevserokê NCKD Kolnê Îmam Can diyar kir ku hewl didin tevahî saziyên Kurdan krîmînalîze bikin. Can di daxuyaniya xwe de ev anîn ziman:

“Têkîldarî bûyera 10’ê Nîsana 2016’an ku di encama provakasyona faşîstên Tirk li qada Koln-Keûpstr pêk hatibû, bi ser gelek malên li Kolnê de hate girtin. Polîsê Kolnê têkîldarî bûyerê navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk jî da, îdîa kir ku hin ciwan ji komaleyê derketine û tevlî bûyeran bûne. Em wek komaleyek li Kolnê xebatên çandê dimeşînin, me ti caran bûyerên krîmînal nepejirandine, napejirînin û em nahêlin ti endamên me tevlî bûyerên wisa bibin. Roja ku li Keûpstr bûyer çêbûn jî meş û mîtînga faşîstan li Kolnê hebû. Çeteyên faşîst bi daxuyaniyên xwe ve diyar kiribûn ku wê li her derê êrîşê Kurdan bikin. Li ser vî esasî, ciwanên Kurd ên li Kolnê û derdora wê ji xweparastinê hatin komaleya me. Îdîaya wek hin ciwanên komaleyê tevlî bûyeran bûne ne rast in. Ev bûyer ti têkîliyên xwe bi komaleya me re nîne. Komaleya me ji her kesî re vekirî ye. Bûyer li kolanek jêra me qewimiye.”