NCDK a Malmo hate vekirin
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a bajarê Malmo yê Swêdê, bi merasîmeke bi beşdariya Kurdistanî û Swêdiyan hate vekirin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a bajarê Malmo yê Swêdê, bi merasîmeke bi beşdariya Kurdistanî û Swêdiyan hate vekirin.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a herêma Skåne Ferman Sîverek destpêkê axivî û diyar kir, NCDK a Malmo ne tenê ji bo Kurdan, wê ji bo koçberên din ên li herêmê bibe navendek.
Hevserokê NCDK a Swêdê Ridvan Altûn jî rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê nirxand û destnîşan kir, wê piştevaniya xwe ya bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re ji niha û pê ve xurtir bikin.
Rêveberên rêxistinên bi navê "Komîteya Rojava" û "Her tişt ên her kesî ne" li merasîma vekirina NCDK'ê axivîn û diyar kirin ku piştgiriya wan wê bidome.
Ji bo Hevserokatiya NCDK a Malmoyê, di kongreya çend meh berê de Medîa Rojava û Zulfukar Dersim hatibûn hilbijartin.