NCDK a Awûstûryayê kongreya xwe pêk anî

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Awûstûryayê kongreya xwe ya 4. a asayî pêk anî.

Kongre li salona NCDK'ê ya li Viyanayê pêk hat û gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistan û cîhanê rewşa siyasî hate nirxandin.

Qisekeran bal kişandin ser xeteriya êrîşên dagirkeriyê yên mêtingeriya Tirk ên li ser Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê û destnîşan kirin ku Tevgera Azadiyê li dijî vê yekê dest bi pêngava serketinê kiriye.

Her wiha diyar kirin ku tevî êrîşên dagirkeriyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hatiye şidandin û hate gotin, divê çalakî û xwepêşandan bên zêdekirin.

Wekî din işaret bi hilbijartina li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hate kirin û hate gotin, "Ji bo hilweşandina faşîzma AKP'ê divê ev hilbijartin weke firsendeke girîng bê dîtin û ji bo HDP hê bi xurtî bi ser bikeve, tavilê kar ji bo hilbijartinê bê kirin."

Kongre bi hilbijartina hevserokan û endamên Desteya Dîsîplînê qediya.