Navenda Komelên Êzidiyan 15'ê Tebaxê pîroz kir
NAV-YEK (Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan) bi daxuyaniyeke nivîskî 15’ê Tebaxê pîroz kir.
NAV-YEK (Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan) bi daxuyaniyeke nivîskî 15’ê Tebaxê pîroz kir.
NAV-YEK (Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan) bi daxuyaniyeke nivîskî Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
"Di serî de em NAV-YEK (Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan) û civaka Êzdiyan, roja 15'ê Tebaxê di salvegera 33’emîn de, vê roja watedar li Rêberê Gelê Kurd, li hêzên parastina gel, li gelê Kurd, li gelên Rojhilata Navîn, li civaka Êzdiyan û tevahiya mirovahiyê pîroz dikin.
15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd rojeke dîrokî ye. Di sala 1984'an de gelê Kurd ji koletî, zilm û zora dewleta dagirker re gotibû êdî bes e û dest bi têkoşîna çekdarî kiribû.
Dewleta Tirk û hikumeta AKP’ê bi konsepteke nû dixwazin Tevgera Azadiyê tasfiye bikin û îradeya gelê Kurd bişkînin. Lewre jî di her milî de êrîşên tunekirinê zêde kirine. Ji aliyekî ve hemû cureyê şerê psîkolojîk tê kirin, ji aliyê din ve operasyonê qirkirinê li dijî hêzên parastina gel û gelê Kurd roj bi roj berfirehtir dibin.
Lê em di wê baweriyê de ne, bi pêşengiya Rêberê gelê Kurd û Tevgera Azadiyê û berxwedana gelê Kurd wê hemû lîstokên dijminan pûç bibin.
Bi van bîr û baweriyên xurt em cardin vê roja pîroz, li hemû gelên bindest û aṣtîxwaz pîroz dikin û serkeftinê ji gelê xwe re dixwazin."