Navenda Çanda Êzidxanê ji bo Ocalan çalakî lidar xist
Navenda Çanda Êzidxanê ya di bin sêwana TEV-ÇAND’ê de li bajarê Hannover ê Elmanyayê ji bo xwedîderketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek lidar xistin.
Navenda Çanda Êzidxanê ya di bin sêwana TEV-ÇAND’ê de li bajarê Hannover ê Elmanyayê ji bo xwedîderketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek lidar xistin.
Çalakiyên ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê navber dewam dikin. Bi heman armancê hunermendên Kurd ên li Ewropa ji bo xwedîderketina li Ocalan û agahî girtinekê çalakiyek lidar xistin.
Navenda Çanda Êzidxanê jî îro li bajarê Hannoverê bi tevlîbûna 130 hunermendan çalakiyek lidar xistin.
Çalakî di saet 16:30’an li pêşiya avahiya Şaredariya Hannoverê pêk hat.
Navenda Çanda Êzidxanê wê li 3 navenda çalakiyan lidar bixin.
Di çalakiyê de li ser navê Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ) Hikmet Koma Bira bi Elmanî axivî û wiha got: “Divê dewleta Elman bi taybet saziya CPT’ê bikevin nava tevgerê ku rê bê dayîn malbat û parêzer li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bicivin. Heta ku em ji Serok Apo agahî bigirin, em ê li hemû Ewropayê çalakiyên xwe bidomînin.
Berdevkê NÇÊ Hikmet Koma Bira diyar kir ku wê sibe li Bremen û Dîûsbûrgê jî çalakiyan lidar bixin.
Wê sibe li Bremenê saet 13:00’an li Bahnhofê çalakî destpê bike. Li Dîûsbûrgê jî saet 16:00’an li Bahnhof çalakî pêk tînin. Hikmet banga tevlîbûnê li hemû hunermend ûwelatparêzan kir.