NAV-YEK: Serê gelê Kurd û hevalê wî sax be!

NAV-YEK’ê, bi peyamekê di serî de sersaxî ji malbat Onder, heval û gelê Kurd re xwest.

Navenda Yekîtiya Komelên Êzidî (NAV-YEK), bi peyamekê sersaxî ji malbata Onder re xwest û diyar kir ku Mahmûd Ondar hemû jiyana da ximetkirina gelê Kurd û çapemeniya azad a Kurd.

NAV-YEK’ê diyar kir ku kedkarê mezin ê çapemeniya Kurd Mahmût Onder li paytexta Danimarka Kopenhagenê jiyana xwe ji dest da. NAV-YEK’ê di peyama xwe de ev tişt got: “Mahmut Onder ji bo doza netewî û xizmeta xwe ya ji bo çapameniye Kurd, xwedî ked û hewldanek gelek hêja ye. Pişti darbeya leşkeri ya 12 ê Îlona 1980’an derbasi Sûriyeyê bû ji wir jî berê xwe da Ewrupayê. Li wir jî hevalê Mahmut ji bo doza gelê kurd tekoşîna xwe domand.Her wiha bi vekirina MED TV re aktiv di nav xebatên çapameniya azad de cihê xwe girt. Bêgûman bi vê koça wî ya dawî; bi vê meşa wî ya ber bi heqiyê ve em gelek xemgîn bûn. Di serî de xemgîniya malbata wî jî parve dikin û ji bo nas, dost, heval, hogir, malbata wî û hemû gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin, serê gelê me sax be.