NAV-YEK: Komkujiya sala 2007'an destpêka fermana 73'an bû!

Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan (NAV-YEK) derbarê komkujiya 14'ê Tebaxa 2007’an a Şengalê ku bi tankêgereke bombekarî pêk hatibû û di encamê de bi sedan Êzîdî hatibûn kuştin daxuyaniyeke nivîskî da.

Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiya (NAV-YEK) di salvegera 10’an a Komkujiya Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî da. NAV-YEK’ê komkujiya 2007’an a li ser Êzîdiyan şermezar kir û cangoriyên Şengalê bi bîr anî.

NAV-YEK’ê di daxuyaniyê de got, "14'ê Tebaxa 2007’an li herêma Şengalê, li bajarokê Til Hizêr û komelgeha Sîba Şêx Xidir hêzên tarî ferman li ser serê kurdên Êzîdî rakirin. Di êrîşa hovane ya bi tankêrên bombebarkirî de tevî jin û zarokan bi sedan mirovên bê guneh jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 300 kesî bi giranî birîndar bûn."

Dewamiya daxuyaniya NAV-YEK’ê ya li ser komkujiya Êzîdiyan wiha ye: 

"Ev 10 sal in di ser bûyerê re derbas bûye, lê birînên Şengaliyan nekewiyane û perîşaniya malbatê qurbaniyan dewam dike. 

Baṣ tê zanîn komkujiya Ṣengalê ya 2007’an peyam û destpêka fermana mezin ya 03.08.2014’an bû. Piştî van kumkujî û fermanên mezin êdî civaka Êzîdî a ne ya civka berê ye  û dost û dijminê xwe baş nas dike.

Berî her tiştî eger hikumeta Herêma Kurdistanê civaka Êzîdî ya Kurdên resen bibîne, pêwîst e bê cûdabûn û bi nêzikatiyeke pozîtîf ji bo statu, parastin û avakirina Şengalê rola xwe bileyize û civaka Êzîdiyan hêmêz bike. 

Di serî de divê ambargoyê ji ser Şengalê rake, baweriyê bide civaka Êzîdî û di pratîkê de gavên ber bi ҫav bêne avêtin.   Ji bo civaka Êzîdî mafê xwe bi dest bixe û li nirxê xwe xwedî derkeve pêwîste yekitî û tifaqa civaka Êzîdî pêk were. Di vê pêvajoya dirokî de, ev erk dikeve ser milê rêxistin û saziyê civaka Êzîdî.

Em  NAV-YEK ji bo yekitî û tifaqa Êzîdiyan pêk were, tiştê ji me were xwestin em amade ne ku bikin. Dîsa banga me li gelê Kurd û bi taybetî li civaka Kurdên Êzîdî ew e ku di vê pêvajoya girîng de li erkê xwe yên bingehîn xwedî derkevin, li dor rêxistin û saziyê xwe kom bibin û ji bo azadiya Rêber Apo û gelên Rojhilata Navîn, bi tevayî hemû hêza xwe piştgiriyê bidin tekoşîna demokrasî û azadiyê."