NAV-YEK: Em fermana 73'an ji bîr nakin!
Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidî (NAV-YEK) û saziyên girêdayî NAV-YEK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî fermana 73'an a bi ser gelê Êzidî de hatî şermezar kirin û ragihandin ku wê fermana 73'an ji bîr nekin.
Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidî (NAV-YEK) û saziyên girêdayî NAV-YEK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî fermana 73'an a bi ser gelê Êzidî de hatî şermezar kirin û ragihandin ku wê fermana 73'an ji bîr nekin.
Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK), Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJ), Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ), Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD), Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ) û Meclîsa Gundên Êzidiyên Bakur bi daxuyaniyeke nivîskî qirkirina 3'ê Tebaxê ya 2014'an li Şengalê bi tûndî şermezar kirin.
Daxuyaniya NAV-YEK û saziyên girêdayî wê wiha dest pê dike; "Wekî ku tê zanîn di ser karesata li Şengalê çêbû sê sal derbas dibe. 3 ê Tebaxa 2014'an de ji hêla çeteyên dijî mirovahiyê DAÎŞ'ê ve êrîşeke dijwar li ser civaka me ya Êzidî bi taybet li Şengal pêk hat. Ev êrîş mixabin bi zindî bû fermana 73'an li ser civaka Êzîdî. Di fermana 73'an de her tiştê dijî mirovahî li ser civaka Êzîdî ceribandin. Bi hezaran jin û keçên Êzidî hatin tecawuz kirin. Bi sedan Êzidî kuştin û organên wan di bazaran de firotin. Keç û zarokên Êzidî heta li welatê Efrîqa hatin firotin. Bi hezaran Êzidî neçar man ku ji vê axa pîroz a Êzidxan koçber bin."
'BI SAYA TEVGERA AZADIYÊ, ÊZIDIYÊN LI SER XAKA PÎROZ LI BER XWE DIDIN'
Daxuyaniya NAV-YEK'Ê wiha berdewam dike; "Êzidiyên niha hê jî li ser vê xaka pîroz mane û ber xwe didin bi saya Tevgera Azadiyê mane. Cara yekemîn hêzeke gerîla bi hêza xwe ya cewheri sê sînorên dewletan derbas kir û mûdaxeleyî rewşa Şengalê kir, heta niha jî ji bona azadkirina civaka Êzidî tekoşîna xwe didomînin. Îro hemû civaka me yê Êzidî li Ewropa, Rûsya, Ermenistan, Bakur, Başûr û Rojava dijîn, bi saya gelê me yê niha li Şengalê ber xwe dide, dikare bibêje 'Em Êzidî ne û em ola Êzdîyatiyê diparêzin'.
'GAVÊN DÎROKÎ HATIN AVÊTIN'
NAV-YEK'ê bi bîr xist ku di vê pêvajoya ku hatî jiyin de gavên dîrokî hatine avêtin û wiha domand; "Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ û YJŞ), Meclîsa Avaker a Şengalê, Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) û Asayîşa Şengalê hatin avakirin.B ila di vê wateyê de civaka me yê Êzidî jî baş bizanibe, bi avakirina hezên çekdarî û saziyên siyasî derfetên dîrokî bi dest xistiye. Îro ew hêzên me yên pîroz roj bi roj bi can û rihê xwe pengavên ber bi rizgarkirina Şengalê diavêjin.
Her çiqas pengavên rizgarkirinê serkeftînê jî lê dîsa Şengal bi giştî rizgar nebûye. Ji bo vegera koçberan û nûve avakirina Şengalê hewldanê hatine kirin têr nekirine. Ew hewldan tenê hindek birînên derve dorpêçkirine lê mixabin koka birîn kûr e. Bi taybetî ji aliyê PDKê ve astengî û ambargo li ser Şengalê berdewam in.
Sazîyên me yên siyasî û civakî hewl didin ku YBŞ di qada navnetewî de bibe hêza leşkerî û statuya Şengalê were qebûlkirin. Qebûlkirina statuya Şengale di heman demê de dibe bingeha avakirina Êzîdxan. Loma pêwîst e ku em tevlîbûna YBŞ û YJŞ xurtir bikin û bi saziyên xwe re bibin piştgir. Her çiqas Fermana Şengalê di parlamenan de wek mijar hatibê nîqaşkirin jî, mixabin heta niha di dadgehên mafên mirovan yên navnetewî de wek jenosîd bi fermî nehatî qebûlkirin.
Ji bo qebûlkirina jenosîdê, rizgarkirin û avakirina Ṣengalê pêwist e civaka me li hemû qadê jiyanê bê navber di nav hewldana de be, li dora saziyê xwe kom bibe û yekîtiya xwe xurtir bike. Her wiha ji bo em hemû listikê li ser civaka me tên meṣandin bê armanc bihêlin û 3 ê Tebaxê bibe roja Ṣengalê ya navnetewî, giring e em her bêhtir xebat û dengê xwe bilindtir bikin."
NAV-YEK'ê di dawiya daxuyaniyê de banga tevlîbûna çalakiyan kir û wiha tê gotin; "Ji bo bîranîn û şermezarkirina 3’emîn salvegera Fermana Şengalê di 3'ê Tebaxa 2017 de saet 11:15 de ji bona deqîqekê rêzgirtin li tevaya Ewropa wê were çêkirin. Divê her yek beşdarî rêzgirtinê bibe. Di heman rojê de li hemû bajarên Almanya yên Êzidî lê dijîn û li tevaya cîhanê çalekiyên protestokirinê wek meṣ, mîtîng, panel, çadirên agahî û nobetê û bernameyên zindî di televîzyonande tên lidarxistin, taybetî li Navenda Êzdiyan li bajarê Lohne (Elmanya) saet 13:00 de bîranîn weke seremonî bi biyaniyan rê wê pêk were û saet 16:30 de panel dest pê dike.
Di 5'ê Texaba 2017'an de çalakiyên navendî weke meş û mîtîng li bajarê Celle (di saet 13:00’an de), Bielefeld (di saet 14:00’an de), Kleve (di saet 13:00’an de) û li Bremen pêk tên. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku beşdarî çalakiyan bibin."