NAV-YEK’ê cejna Lalişê li hemû gelan pîroz kir

NAV-YEK’ê diyar kir ku Cejna Laliş li ser bingeha yekîtî û biratiya gelan bi sedên salane ji aliyê kurdên Êzdî ve, her sal ji 6’ê Cotmehê heta 13’ ê Cotmehê, heft rojan bi kêf û şahî tê pîrozkirin.

Navenda Yekîtiya Komelên Êzdiya (NAV-YEK), bi daxuyaniyekî nivîskî Cejna Lalişê li bi taybet li gelê Êzidî û hemû gelê Cîhanê pîroz kir. NAV-YEK’ê destnîşan kir ku di nav hemû civak û netewa de rojên taybet hene. Ji bo civaka Êzdiya jî cejna Laliş wetayeke wê taybet heye. Cejna Laliş li ser bingeha yekîtî û biratiya gelan bi sedên salane ji aliyê kurdên Êzdî ve, her sal ji 6 ê cotmehê heta 13 ê cotmehê, heft rojan bi kêf û şahî tê pîrozkirin.

Laliş, li herêma başûrê Kurdistanê nêzî bajarê Duhokê navҫa Şêxan e û ziyaretgeheke herî pîroz e ji bo kurdên Êzdî. Laliş cîh û warê xas ê Êzdiyan e û her du kaniyên pîroz "Kaniya Spî" û "Kaniya Zimzim"l li wir diherikin.

NAV-YEK’ê têkildarî pîrozî û wateya Lalişê di qewlê Êzdiyan de wiha anî ziman:

"Erd mabûbihitî hidûdekî xwedidî got: Ezîzê min erd bê wê surê natebitî. Badî çil salî bi hêjmar e, erdê bi xwe re negirt heşare. Heta Laliş di nav denehate xware. Laliş ku dihate, li erdê şîn dibû nebate, pê dizeyînîn çiqaskinyate. Ku kinyat pê dizeyînîn çar qismet têk hincinîn ax û av û ba û agirîn qalibê Adem pêxember jê nijinîn."

NAV-YEK’ê diyar kir ku her ҫiqas girîngî û wateya Lalişa Nûranî bê zanîn ji, lê mixabin ji ber ku li Kurdistanê aramî tuneye, civaka Êzdiya jî nikare bi rengekî azad cejnên xwe pîroz bike.

Navenda Yekîtiya Komelên Êzdiya (NAV-YEK) herî dawî bang li civaka Êzdiya dikin, ji bo ku bibin bersiva van rojên pîroz, li kû derê dibe bila bibe girîng e, nirxên xweyên olî û netewî bi parêzin, li dora saziyê xwe kom bibin û li dijî hemû êrişê hovaneyê dewleta Tirk û hevalbendê wê derkevin. Em hêvîdarin cejna Laliş ji bo gelê Kurdistanê û civaka kurdên Êzdi bibe wesîleya aşitî û azadiyê. Em cardin cejna Laliş li hemû gelê Kurdistanê û tevahîya mirovahiyê pîroz dikin.