Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), ji bo malbata Onder peyamek a sersaxiyê da û got: “Êrîş û siyaseta kirêt a dewleta faşîst a Tirka, di nava 45 salan de nikaribû wî teslîm bistîne û ji nava me bigre, lê mixabin wê nexweşiya bêxêr a giran a penceşêrê di demek kurt de Memostayê me ji nava me girt û bir!”
NAV-DEM’ê diyar kir ku me îro bihîst ku rojnamevanê hêja û welatparêzê birûmet Mamoste Mehmûd Onder jiyana xwe ji dest da. Em bi vê bûyerê gelek xemgîn bûn. Bila serê malbata wî, hevalên wî yên çapemeniya azad û gelê me yê welatparêz sax be.
Di dewama daxuyaniyê de NAV-DEM’ê têkildarî Mehmûd Onder ev tişt got:
“Kekê me yê Amedî û memostayê me yê zimanê Kurdî û têkoşerê demdirêj ê rojnamegerî Mehmûd; 45 salên ku piraniya jiyana xwe, li dijî devleta faşist a Tirka di nava tekoşînê de bû.
Em hemû saziyên Kurdan, rewşenbîr û gelê me yê welatparêz; herkes Mamoste ji nêz ve nas dikin. Ji xwe, bi taybetî jî di rêya xebata xwe ya çapemaniya azad de; bi xebata xwe ya 20 salî ya MED, ROJ û STÊRK TV ve, hema hema her roj dibû mêvanê malbatên welatparêz. Bi vê xebata xwe ya hêja ve di dilê bi milyonan welatparêzan de cih girtibû.
Êrîş û siyaseta kirêt a dewleta faşîst a Tirk, di nava 45 salan de nikaribû wî teslîm bistîne û ji nava me bigre, lê mixabin wê nexweşiya bêxêr a giran a penceşêrê di demek kurt de memostayê me ji nava me girt bir!
Ne dewlekta Tirka û ne jî ti nexweşî û hêz nikare kekê me, memostayê me, rojnamegerê me û hevalê me Mehmûd ji nava dilê me derxe bibe!
Çawa ku me soz da şehîdan; em we ji bîr nakin em ê di dilê xwe û mejiyê xwe de her tim we bibîr bînin û bi ruhê we bijîn, her wiha bi wî dilî û bi wê ramanê em memostayê xwe jî bi wê oxirê ve rêdikin, dişînin gel şehîdên xwe.”