NAV-DEM: Ji bo parastina aştiyê, divê xwedî li Ocalan bê derketin
NAV-DEM a ku Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir, ji bo çalakiya ku wê 2’yê Îlnonê li Dusseldorfê lidar bixin jî banga beşdariyê kirin.
NAV-DEM a ku Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir, ji bo çalakiya ku wê 2’yê Îlnonê li Dusseldorfê lidar bixin jî banga beşdariyê kirin.
Hevserokên NAV-DEM’ê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aşiyê ya Cîhanê peyameke nivîskî parvekir.
Peyama gotina: “Di baxçeyê Neteweyên Yekbûyî de, pereyê hesin ên ku zarokên cîhanê bexşandî û hatî helandin li ser zîla aştiyê ya hatî çêkirin ‘Her bijî bi teqez aştî’ hatî nivîsandin.” bibîr xist, ev tişt hate gotin:
‘OCALAN BÛ RÊBERÊ AŞTIYÊ’
“Em 1’ê Îlonê ya ku weke Roja Cîhanê ya Aştiyê tê pîrozkirin, li hemû gelan pîroz dikin. Bi taybet di van rojên ku her diçe em ji aştiyê dûr dikevin, em yên ku li Kurdistan û hemû Rojhilata Navîn têkoşîna aştiyê didin hê baştir fêm dikin. Ji bo aştiya ku hesreta welatê me ye heta hetayî bidin avakirin, weke armaceka ya me ya têkoşînê û têgîneke ya ji derveyî xwestinê ye.
Birêz Rêber Ocalan ê taybet ji bo aştiyê roj û şeva xwe dike yek, xwedî hewldanên mezin ê di vê mijarê de ji bo gelê Kurd wateyek hê taybetir heye. Gelê Kurd ê bi israr li dijî kesên xwîn û şer dixwazin, li dijî her cure zilm û koletiyê têkoşînê dike wateya aştiyê hê baştir dizane û çi dibe bila bibe wê berdewam aştiyê biparêze. Em êheta dawiyê fikir û raman Birê Ocalan a ji bo şatiyê biparêzin û xwedî lêderkevin.
BANGA ÇALAKIYÊ
Di vê wateyê de weke gekek ku aştiyê diparêze, bi taybet gelê me yên li Elmanya û hemû Ewropayê dijîn, bi awayekî xurt beşdarî hemû çalakiyan bibin. Bi taybet li hemberî gefa herî mezin a li ser aştiyê li dijî çekan, bi taybet li dijî kargeha tank a ku wê zimetê ji rejîma Erdogan re dike, banga beşdariya xurt ji bo xwepêşnadan ku wê 2’yê Îlona 2017’an li DGB Haûs Frîedrîch-Ebert Str (Li dijî HBF Dusseldorf) saet 13:00’ê bê lidarxistin dikin.”