NAV-DEM ji bo çalakiyên li Bruksel û Berlîn banga tevlîbûnê kir

NAV-DEM ji bo çalakiyên li Bruksel û Berlîn banga tevlîbûnê kir

NAV-DEM li Kurdistaniyên Elmanya dijîn ji bo bi girseyî tevlî çalakiyên rûniştinê yên li Bruksel û Berlînê bibin banga tevlîbûnê kir.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanya (NAV-DEM) ku daxuyaniyek nivîskî weşand, ji bo tevlîbûna bi girseyî ya ji bo çalakiyên girseyî yên di 24-25’ê Îlonê ji paytextên Yekîtiya Ewropa Brukselê û paytexta Elmanya Berlînê tên lidarxistin bang kir. 

NAV-DEM got, “Xwedîderketina li berxwedana Kobanê xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê ye” û bal kişand ser çeteyên dijminê mirovahiyê  yên DAIŞ ku hewl didin hovîtî û qirkirina xwe ya li ser Kurdistanê li her cihî belav bikin. NAV-DEM diyar kir ev hovîtî sê sal in bi şêweyekî sîstematîk berdewam dike û wiha dewam kir: “Çeteyên DAIŞ ên di serî de li Koban, Cezza û Rojava gelek derbe xwarin şûnde vê carê ji destpêka Tebaxê vir ve êrîşê Mûsil, Şengal û Mexmûrê kirin.”

NAV-DEM di daxuyaniya xwe de got ku faşîzma AKP û Komara Tirkiyeyê bi çeteyan re di nav hevkariyê de ne û efendiyên wan bi hin hevpeymanên qirêj ên bi çeteyan re dîsa destkeftiyên gelê Kurdistanê dikin hedef û diyar kir ku AKP’ê hevkariya xwe ya bi van çeteyan re bi şêweyekî pir rehet li ber çavên hemû cîhanê îtiraf kirin.

NAV-DEM ji bo hemû civakên li Elmanya tevlî çalakiyên bi sernava “Xwedîderketina li berxwedana Kobanê xwedîderketina li rûmeta mirovatiyê ye” bang li kesên li Bruksel û Berlînê kir.

NAV-DEM got: “Ji bo tevlîbûna çalakiya rûniştinê ya du rojan li ber Parlamentoya Ewropa ya li Brukselê û li ber Komîsyona Ewropa û Konseya wê di serî de ji Başûrê Elmanya hemû derdor û navendê civaka Kurd û dostên wan ên li bajarên Stuttgart Saarbucken, Nurnberg, Munchen, Freiburg, Mannheim, Giessen, Darmstadt, Frankfurt ile Duisburg, Dusseldorf, Bonn, Wuppertal, Essen, Koln, Dortmund, Bielefeld, Munster, Hagen, Durren, Aachen, Leverkusen divê bi şêweyekî aktîf tevlî bibin.”

Ji bo çalakiya rûniştinê ya du rojan a li Berlînê jî hemû navendên civaka Kurd, Kurdên derdor û dostên wan ên li Bakurê Elmanya tevlî çalakiyên li bajarên Elmanya Oldenburg, Lohne, Kassel, Erfur, Hamburg, Hannover, Salzgitter, Peine, Hildesheim, Bremen, Bremenhafen, Halle  bibin bang kir.

NAV-DEM  diyar kir ku çi li Bruksel û Berlîn yan jî çi li bajarên din ên Elmanya be bi ruhê serhildanê tevlîbûna ji çalakiyên bên lidarxistin re wezîfeyeke rûmetê ye.