NAV-DEM: Em bi girseyî tevlî meşên sê rojan bibin

NAV-DEM'ê ji bo meşên 1, 2, 3'ê Sibatê yên bi şiyara "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. Di daxuyaniyê de li ser van çalakiyan agahî hatin dayîn.

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) wê di 1, 2, 3'ê Sibatê de ber bi parlamentên eyaletên Elmanyayê, meş bên lidarxistin.

Meş wê bi rengekî hevdemî li 10 eyaletan bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" bên lidarxistin. Amadekariyên van çalakiyan qediyan e.

NAV-DEM'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çareseriya xweseriya demokratîk a ji bo pirsgirêkên civakî re, ku di nava şert û mercên esaretê de afirand, veguherî rêberê çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd.

Di daxuyaniya NAV-DEM'ê de hat gotin, "Kurd êdî naxwazin bi sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê re bijîn. Dixwazin sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê bê têkbirin û Birêz Ocalan azad bibe."

NAV-DEM'ê işaret bi xeteriya li ser tenduristî, ewlekarî û jiyana Ocalan kir û wiha dewam kir: "Bi her şêweyî zext û îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk li Rêberê Gelê Kurd tê kirin. Bêguman, nepêkan e ku gelê Kurd tiştekî bi vî rengî qebûl bike û wê heta dawiyê ji bo parçekirina vê sîstemê têbikoşe. Bêguman ev ne tenê ji bo gelê Kurd derbas dibe. Her kesê ji xwe re dibêje; şoreşger, demokrat û însan im, divê bi vî rengî tevbigere. Îro li Tirkiye û gelemperiya cîhanê, pîvana sereke ya şoreşgerî, demokrat û însanbûnê, rabûna li ber sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê û daxwaza azadiya Ocalan e. Ji bilî vê yekê ti rêya bûyîna mirovekî bi pîvan û exlaqî nîne."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Kurdan, şoreşger, demokrat û aştîxwazan hat kirin, ku beşdarî meşên di 1'ê Sibatê de dest pê bikin û 3 rojan bidomin, bibin.

CIH Û DEMA MEŞÊN DIRÊJ

Li gorî daxuyaniyê, cih û dema meşên dirêj bi vî rengî ye:

BERLÎN
Wê di 1, 2, 3'ê Sibatê meş bê lidarxistin
Cih: Hauptbahnhof
Saet: 11.00, POSTDAMM

HAMBÛRG
Wê di 1, 2, 3'ê Sibatê meş bê lidarxistin
Cih: S-Bahnhof Neugraben, 
Saet: 10.00, NEUGRABEN-HAMBURG

BREMEN
Wê di 1, 2, 3'ê Sibatê meş bê lidarxistin
Cihê: 2'ê Sibatê, Hude Bahnhof
Saet: 09.30, HUDE

NIEDERSACHSEN (Hannover)
Wê di 1, 2, 3'ê Sibatê meş bê lidarxistin
Cih: Hildesheim Hbf, HILDESHEIM
Saet: 10:00

DORTMUND- WESTFALLEN (Dusseldorf)
Wê di 1, 2, 3'ê Sibatê meş bê lidarxistin
Cih: 2'ê Sibatê, Kaiser-Wilhelm- Strasse (Pêşiya NCDK), Dûîsbûrg

KOLN - NORDRHEIN WESTFALLEN (Dusseldorf): 
Di 2, 3, 4'ê Sibatê de wê meş bê lidarxistin
Cih: 2'ê Sibatê, Overfeldweg 34a , 51371 Leverkusen, Navenda FEDA, LEVERKUSEN
Saet: 10:00

KASSEL-THURINGEN (Erfurt): 
Di 1, 2'ê Sibatê de wê meş were lidarxistin
Cih: Zoopark Str, ERFURT
Saet: 13.00

HESSEN- SAARLAND (Mainz- Wiesbaden): 
Di 1, 2, 3'ê Sibatê de wê meş were lidarxistin
Cih: Luisenplatz, DARMSTADT
Saet: 09:00

BADEN-WURTEMBERG (Stuttgart): 
Di 1, 2, 3'ê Sibatê de wê meş were lidarxistin
Cih: Klianplatz , HEILBRONN
Saet: 09:30

BAYERN (Munchen): 
Di 1, 2, 3'ê Sibatê de wê meş were lidarxistin
Cih: Dachau Hauptbahnhof 
Saet: 09.30, DACHAU