NAV-DEM'ê ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kir

Têkildarî hefteya çalakiyan a ji bo "Azadiya Ocalan", ku bi pêşengiya Ciwanên Azad û jinên Ciwanên Azad tê organîzekirin, NAV-DEM'ê daxuyaniyek da û banga tevlîbûnê kir.

Hevserokatiya NAV-DEM'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo hefteya çalakiyan a Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên azad ku roja 12'ê Tebaxê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê dike, banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya NAV-DEM'ê de hat ragihandin, di nava hefteya çalakiyê de wê bi pêşengiya ciwanan meş û mîtîng ji bo azadiya Ocalan bên lidarxistin û hat gotin, "Ciwanên me ku hêza dînamîk a tevgera azadiyê ye, bi têkoşîna ji bo paşeroja xwe, di avakirina neteweya demokratîk de dikarin bi erka xwe rabin. Lewma tecrîda li derveyî mirovahiyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nakin û bi têkoşîn û sekna şoreşgerî li ber vê radibin. Em bang li girseya xwe dikin, ku beşdarî meşa 12'ê Tebaxê bibe û xwedî li hemû çalakiyên ciwanan derkeve."

Plansaziya çalakiyan a li Elmanyayê wiha ye:

11'Ê TEBAXÊ

Koln: Saet navbera 14:00-19:00 wê konê agahdarkirinê bê vedan

12'Ê TEBAXÊ

Darmstadt: Lûîsen Plast, saet: 17:00

Hannover: HBF, saet 14.00

Dortmûnd: Pişt HBF, saet 16.00

Koln: HBF, saet 13.00

Frankfûrt: HBF, saet 15.00

Hambûrg: Gänsemarkt U-Bahn, saet 15.00

Stûttgart: HBF, saet 15.00

Nurnberg: Weisser Tûrm, saet 9.00 wê tûra bîsîkletê ya ji bo 3 rojan dest pê bike û 15'ê Tebaxê li Odeonsplatzê bi mîtîngê biqede.