NAV-DEM’ê banga çalakiyan kir: Em Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin

NAV-DEM’ê, Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir, banga tevlîbûna çalakiyan kir. Di daxuyaniya NAV-DEM’ê de agahiyên cih û rojên çalakiyan jî cih girtin.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAV-DEM) têkîldarî Komploya 9’ê Cotmehê ya Navneteweyî ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, daxuyaniyek nivîskî weşand.

NAV-DEM’ê, komploger bi tundî şermezar kir, got; “Rêber Apo, bi projeya xwe ya çareseriyê ya ji bo Rojhilata Navîn pêşxistî ve, li Rojhilata Navîn û cîhanê bûye sembola aştiyê, 18 sal in ji hêla dewleta Tirk bi awayekî fîzîkî ji nav gelê Kurd hatiye girtin û li nav çar dîwarên Girava Îmraliyê hatiye bicihkirin. Bi vê ve jî hewl tê dayîn ku fikrên azadîxwaz ê Rêber Apo û gelê Kurd dîl bê girtin. Tecrîd û îzolasyon hate girankirin, zext hatin zêdekirin.”

‘PARADÎGMAYA OCALAN CÎHAN NÎQAŞ DIKE’

Di daxuyaniyê de ev îfade cih girtin:

“Divê desthilatdar, dewleta Tirk a mêtinger baş bizanibin ku Rêber Apo yê bûye ronahiya hêviyê ya Rojhilata Navîn û cîhanê, bi dîlgirtinê nikare bê astengkirin. Rêber Apo ku paradîgmaya wî li çar aliyên cîhanê tê nîqaşkirin û qebûlkirin, azad e û di nav me de ye.

Polîtîkayên asîmîlasyonê, tepisandin, zext û sepanînên faşîst ên li ser çapemeniyê wek berdewama komployê didome. Û em dibînin ku ev komplo wek roja destpêkê tê xwestin ku bi destê hêzên navneteweyî bê domandin.

Pêwîst e gelê Kurd û dostên wan ji bo şermezarkirina 18. sala komploya navneteweyî biherikin qadan, ev durûtiya dewleta Tirk û hêzên emperyalîst ên navneteweyî teşhîr bikin. Em wek NAV-DEM’ê bang li gel û dostên xwe dikin ku her derê bi awayekî çalak tevlî çalakiyan bibin.

‘BANGA SERHILDANÊ DIKIN’

Ji bo vê jî 8’ê Cotmehê di serî de Berlîn Hambûrg, Hannover, Dresden, Kassel, Dortmûnd û Dusseldorf, ji bo meşên navendî û 8’ê Cotmehê ji bo meşa navendî ya li Strasboûrgê, di serî de jin û ciwan, em bang li gel û dostên xwe yên li eyaletên başûr ên Saarland, Hessen, BaCihn û Baden Wurttembergê dikin ku rabin serhildanê.”

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

Di daxuyaniyê de têkîldarî cih, roj û saetên çalakiyan ev agahî hatin parvekirin:

BERLÎN

 08.10.2016 Şemî
Cih: Bahn Alexanderplatz
Saet: 11.30, meş û mîtîng wê bê lidarxistin.

KASSEL 

08.10.2016 Şemî
Cih: Li ber postaxaneya mezin
Saet: 16-30 meş û mîtîng wê bê lidarxistin.

HAMBÛRG

08.10.2016 Şemî
Cih: Hamburg Hachmannplatz
Saet: 15.00'te meş û mîtîng wê bê lidarxistin.

HANNOVER

08.10.2016 Şemî
Cih: Li pêşiya Hannover HBF

Saet: 14.00'te meş û mîtîng wê bê lidarxistin.

DORTMÛND

08.10.2016 Şemî
Cih: Li pêşiya Cine Star (pişt HBF)
Saet: 14.00 te Di pêşengiya Meclîsên Jinê ya Westfallen wê meş û mîtîng bê lidarxistin

KOLN

08.10.2016 Şemî
Cih: Eberplatz
Saet: 13.00'te meş û mîtîng wê bê lidarxistin.

STRASBOÛRG

08.10.2016 Şemî
Cih: 1 Place du Marechal de Lattre de Tassigny, 67000 Strasboûrg
Saet: 13.00, meş û mîtîng wê bê lidarxistin.( Di meşê de wê eyaletên Saarland, Hessen, BaCihn û Baden Wurttemberg amade bin)."