NAV-DEM'ê banga beşdariya xurt li çalakiyên xwedîderketina li Kobanê kir

NAV-DEM'ê banga beşdariya xurt li çalakiyên xwedîderketina li Kobanê kir

NAV-DEM'Ê, ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê bang li Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn kir, ku beşdarî çalakiyan bibin.

NAV-DEM'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ku êrîşa çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê ya beriya du meh û nîvan bi desteka hêzên paşverû yên herêmê û hikûmeta AKP'ê destpê kir, dewam dike. NAV-DEM'ê da xuyakirin, ku şervanên YPG/YPJ û gelê Kobanê bi berxwedaneke destanî çeteyên DAIŞ'ê şikandine û got, "Gelek gund û herêm ji çeteyan hatin paqijkirin. Têkçûna çeteyan, hêzên herêmî û dewleta Tirk a destekê didin wan, xist nava panîkê. Çeteyên DAIŞ'ê duh ji sînorê Tirkiyeyê, di bin çavdêriya leşker û dewleta Tirk de êrîşî Kobanê kirin."

NAV-DEM'ê got, "Em bang li tevahiya navendên xwe yên civakî, gel û saziyên xwe dikin ku bi lezgînî çalakiyên xwedîderketina Kobanê lidar bixin û bi vê armancê biherikin kolanan."

NAV-DEM'ê her kesên demokrat, alîgirên biratiyê û sosyalîst kir, ku di 30'ê Mijdarê de li meydana Bradenburg-Tor a Berlînê saet di 15:00 û li Dûîsbûrgê jî saet di 13:00 de li ber Stasyona Navendî tevlî mîtîngê bibin.

NAV-DEM'ê her wiha banga beşdariya li şevên piştevaniya Kobanê yên li Bremen, Oldenbûrg, Hîldesheîm, Kassel, Hamburg, Wesel, Bonn, Koln, Hanaû û Stûttgartê yên beriya niha hatine plankirin bibin, kir.