NATO diderize
NATO diderize
NATO diderize
Lîderên Yekitiya Ewropayê, ji bo civîna bilind a dawî ya sala 2013'an li Brukselê hatin cem hev. Mijara herî girîng a di rojeva lîderan de, projeyên parastina hevpar e. Hin welatên Ewropayê, ku serkêşiya wê Almanya dike, tevî mijara artêşa Ewropayê ya ku di salên 90'î de hat rojevê û DYA û Tirkiye bi tundî li dij derketin, gelek projeyên parastinê yên hevpar tên nîqaşkirin.
Di demên bihurî de gelek caran rexne li Almanyayê hatibûn kirin, ku di mîsyonên navneteweyî yên li herêmên krîzê de bi têrkerî cih negirtiye. Li gorî hin zanyarên siyasetê, divê Almanya bi Fransa, Îngilîstan û Polonyayê re polîtîkaya parastinê ya Yekitiya Ewropayê xurtir bike.
Lê belê Almanyayeke di warê leşkerî de xurt, bi çavgerandina li ezmûnên dîrokê re ji bo gelek kesan sedema gumanan e.
Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande alîgire ku di qada leşkerî de hevparî bê kirin û projeyên parastinê yên hevpar ên Ewropayê bên afirandin.
Yên bi awayekî radîkal li dijî vê derdikevin jî DYA, Îngilîstan û Tirkiye ne.
Serokwezîrê Îngilîstanê Davîd Cameron ragihand ku ewê li pêşiya însiyatîfên avakirina Hêza Parastinê ya Ewropayê, bibin asteng.
Amerîkayê jî bi rêya NATO'yê nerazîbûna xwe nîşan da. Sekreterê Giştî yê NATO'yê Anders Fogh Rasmûssen hişyariyên tund da nîqaşan.
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Anders Fogh Rasmûssen li civîna bilind a Yekitiya Ewropayê axivî û hişyarî da lîderên 28 welatên endamên Yekitiya Ewropayê ku eger Ewropa GSYH ya butçeya parastinê dernexîne rêjeya herî kêm ji sedî 2'an, dê eleqeya DYA ji endametiya NATO'yê re winda bibe.
Rasmûssen got, "Eger em Ewropî mijara ewlekariyê cidî negirin, dê Amerîkî pirsa 'gelo em neçarin di şûna wan de bi vî rengî tevbigerin' ji xwe bipirsin. Di rewşeke bi vî rengî de jî, dê eleqeya Amerîka ya di cihgirtina li sîstema ewlekariyê ya Ewropayê de, kêm bike.
Di rewş û rûdanên bi vî rengî d ne Ewropa, ne DYA, ne jî gelemperiya cîhanê dê tiştekî qezenç nekin."