Namzetên HDP'ê yên Aksarayê li pirsgirêkên gel guhdarî dikin
Namzetên HDP'ê yên Aksarayê, xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Namzetên ku li gilî û gazinên jinan guhdarî kirin, bi hilberîner û xebatkaran re li ser pirsgirêkên aboriyê axivîn.

Di çarçoveya xebatên rêxistina HDP'ê ya Bajarê Aksarayê de namzetên parlamenteriyê Kiymet Temel, Îsmaîl Doygûn û Mehmet Baltaş, tevî endamên partiyê û namzeta parlamenteriyê ya Sêwasê Nazan Okmen, li navçe û gundan bi welatiyan re sohbet kirin.
Namzetên ku çûn serdana malan, li eleqeyeke mezin rast hatin. Namzetan li pirsgirêkên cotkaran û gel guhdarî kirin û beyannameya hilbijartinê ya HDP'ê belav kirin.
'EM HEWL DIDIN ŞER BIQEDÎNIN'
Namzet her wiha li nava esnafan û qehwexaneyan geriyan, beyanname û armancên HDP'ê vegotin û destnîşan kirin, ku ji bo bidawîbûna şer ew di nava hewldanan de ne.
Temel û Okmen bi taybetî ji aliyê jinan ve bi coş hatin pêşwazîkirin û li pirsgirêkên jinan guhdarî kirin. Temel diyar kir ku li Meclîsê herî zêde HDP wekîlên jin temsîl dike.
Heyetê her wiha nexweş jî ziyaret kir û dûre çû serxweşiya malbatekê.