Namzetên HDP’ê li gelek navenda bi gel re civiya

HDP, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gelek navendan bi gel re civiya û mîtîng lidar xistin.

HDP’yiyên ku ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê demek kin mayî, bê navber xebatên xwe didomînin. Îro jî li gelek navenda bi gel re civiyan.

ÊLIH

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya xebatan de îro li Êlihê bû. Temellî yê ji navçeya Qubîn dest bi serdanan kir, piştre jî li bajarokê îkîkopruyê tevlî vekirina buroya hilbijartinê bû. Piştre jî bi konvoyeke ji dehan wesayîtî pêk tê berê xwe da Hezoyê. Temellî li vir axivî. Piştî xebatên li vir jî Temellî berê xwe da Êlihê, di rê de bi sedan wesayîtan jî tevlî konvoyê bûn.

ÎZMÎR

Rêxistina HDP’ê ya bajarê Îzmîrê di çarçoveya xebatan li navçeyên Konak, Gazîemîr, Bornova, Karşiyaka û Menemenê bi rê ve birin. Di navbera HDP’iyên ku gel eleqeyek mezin nîşan dan û gel de kêliyên rengîn derketin holê. Di serdana standê de namzetên parlemeteriyê yên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Yalçin Yanik û Mervan Sincar ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin. Di axaftinên li vir hate kirin de bal hate kişandin ku kilîda aştî û demokrasiyê ya Tirkiyeyê partiya HDP’ê ye.

AYDIN

Li Aydinê jî, HDP’ê xebatn xwe yên têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê domadin. Namzetên HDP’yî yên li navçeya Koçarli bi gel re hatin ba hev, projeyên xwe vegotin. HDP’yiyên ku eleqeyek mezin hate raberkirin, piştre jî serdana sûka gel a Koçarliyê kirin.

MANÎSA

Namzetên HDP’ê Sarri Sakin di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên rêxistina HDP’ê ya Manîsayê li navçeya Golmarmarayê serdana esnafan hate kirin. Welatiyên Sûka Golmarmarayê germ namzet pêşwazî kirin û heyata li gel Sakik guh dan welatiyan, daxwaza destekdayîna HDP’ê kirin.

RIHA

Namzetên HDP’ê yên Rihayê li taxên bejahî yên girêdayî navendên navçeyê û bajar gotin di cih de be goav bi gav geriyan û bi dengdêran re civiyan. Namzetên li navçeya Swêregê Bişar Tuysuz, Songul Arap, Nusrettîn Mançîn ku li navenda navçeyê bi germ û coş hatin pêşwazîkirin serdana esnafan kirin. Piştî xebatên li taxên navenda navçeyê hatin kirin û şûnde berê xwe dan taxên li bejahiyê û heta seatên şevê hatin ziyaretkirin.

Dîsa namzet Aliye Kizldamar û Îsmaîl Kaplan jî bi heman awayî serdana esnafên Wêranşarê kirin.

Her wiha li navçeya Serê Kaniyê jî Ayşe Surucu û Nîmetûllah Erdogmûş kar û xebatên hilbijartinê domandin.

Omer Ocalan û Mehemet Şerîf Bendaş jî li navçeya Eyyubiye ya navenda navçeyê xebat bi rê ve birin. Namzetên ku bi gelek dengdêran re civiya, diyar kirin ku ji bo rewaş xirab a welat ber ve tê kaşkirin, yekan çare HDP ye û daxwaza destkê kirin.

MARAŞ

HDP’nin Maraş adayları ise bugün alevi ağırlıklı nüfusa sahip olan Pazarcık ilçesindeydi. İlçe sakinlerinin yakın ilgisiyle karşılanan adaylar, esnaf, aile ve kurum ziyaretleri gerçekleştirdi. HDP’nin vekil adaylarıyla bir araya gelen çok sayıda seçmen AKP ve düzen partilerinin her seçimden önce Alevilerle ilgili vaatlerine karınlarının tok olduğunu dile getirirken, tercihlerini tek çözüm perspektifi olarak gördükleri HDP’den yana kullanacaklarını üzerine basa basa dillendirdiler.

GURGUM

Namzetên HDP’ê yên Gurgumê jî li Pazarcix a ku piranî ji civaka Elewî pêk tê bûn. Namzetên ku ji aliyê gel ve eleqeyek mezin hate nîşandan bi esnaf, malbat û saziyan re civiya. Welatiyan anî ziman ku her dema nêzî hilbijartinê dibin partiyên siyasî yên desthilat sozan didin Elewiyan lê piştî wê tiştekî nakin, ji bo wê yekane partiya ku çareseriyê bîne HDP ye û gotin wê dengê xwe bidin HDP’ê.

SEMSÛR

Rêxistina HDP’ê ya Semsûrê li ser Rêya Sergoyan a navçeya Bêhiştî buroya hilbijartinê vekir. Namzetê HDP’ê yên Semsûr û rêveberên navçe û bajar tevlî vekirin buroyan bûn. Beriya vekirina buroyê welatî li hev kom bûn li ber dihol û zirneyê govend gerandin. Piştî govendê namzetên HDP’ê yên Semsûrê hatin naskirin.