Namzetên HDP’ê li Enqereyê bi gel re civiyan

Hevserokê HDP’ê Seazî Temellî û namzetên parlamenteriyê yên HPD’ê yên Enqereyê jî di nav de bi sedan karwanê wesayîtan, li Batikent û Tûlûçayirê bi gel re civiyan.

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temelî û namzetên HDP’ê yên Enqerê Velî Saçilik, Filîz Kerestecîoglû, Nûray Turkmen, Nazim Karakûrt li Qada Batikent û Qada Tûzlûçayirê bi gel re civiyan. Otubusa hilbijartinê ya HDP’ê bi beşdarbûna sedan wesayîtan li kolanên Batikentê geriyan û banga çûyina ser sindoqan li gel hate kirin.. Gel bi nîşaneyên serkeftinê û dirûşmeyan karwanê HDP’ê pêşwazî kirin.

Hevserokê HDP’ê Seazî Temellî bi namzetan re derket li ser otubusa hilbijartinê ya HDP’ê û gel silav kir. Temellî got divê namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Demîrtaş tavilê bê berdan û bang li  Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) kir bi erka xwe rabe.

Temellî got, ‘Sibeha sibehekê heye’ û divê gel xwedî li  sibeha 25’ê Hezîranê derkeve. Temellî bibîr xist ku ji bo erkdariya sindoqan û şahîtan tenê 2 roj maye û ihwa got; “Em bang li hemû kesê dikin ku xwedî li sindoqan derkevin.”

Temellî bal kişand li ser zext û êrîşşan jî û wiha got; “Kesên ji rêya xwe vegerin bila vegerin, em na vegerin.” Otubusa hilbijartinê HDP’ê piştre ber bi Tûzlûçayirê bi dirûşme û stranan bi rê ket.