Namzetên DEM Partiyê serdana rojnameya Agosê kirin
Namzetên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) yên ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî serdana rojnameya Agosê kirin.
Namzetên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) yên ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî serdana rojnameya Agosê kirin.
Beştaş û Çepnî li navçeya Şîşliyê serdana Rojnameya Agosê kirin. Di serdanê de Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz û rêveberên bajêr jî hebûn.
Heyet ji aliyê Rakel Dînk û xebatkarên rojnameyê ve hate pêşwazîkirin.
Hevdîtin li çapemeniyê girtî pêk hat. Beştaş û Çepnî piştre wê serdana Weqfa Piştevanî û Perwerdeyê ya Mêrdîniyan (MAREV) a li Ataşehîrê bikin.