Namzetên ciwan ên HDP’ê: Em ê pergalê biguherînin!
Namzetên ciwan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li avahiya Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya HDP’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji bo ciwanan danezana hilbijartinê ragihandin.
Namzetên ciwan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li avahiya Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya HDP’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji bo ciwanan danezana hilbijartinê ragihandin.
Dema daxuyaniyê endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP’ê jî hazir bûn. Daxuyanî ji hêla Endama MP’ê ya HDP’ê Roza Kahya ve hate xwendin.
‘DESTHILATDARIYA BERDEST ÊRÎŞEKE GIRAN BI SER JIYANA CIWANAN DE ANIYE’
Di daxuyaniyê de êrîşên AKP’ê yê li ser ciwanan hatin destnîşankirin û hate gotin,’’Desthilatdariya berdest êrîşeke giran bi ser qadên jiyanê yên ciwanan de aniye. Qadên jiyanê yên ciwanan li gorî pêvajoya ji nû ve hilberandinê ya desthilatdariyê hatiye dizaynkirin û ev hê jî domdar e.’’
DIXWAZIN JIYANEKE YEKRENG AVA BIKIN
Êrîşên desthilatdariyê yên li qadên aborî, kişandina ciwanan a bi hêla bikaranîna madeyên hişbir ve, êrîşên li ser çand, ziman, nasname û rengên jiyanê hatin destnîşankirin û hate gotin, ‘’Tê xwestin ku jiyaneke yekreng were avakirin.’’ Her wiha hate gotin ku zanîngeh bi vê rêveberiya AKP’ê li şûna ku bibin navenda hiberîna zanînê bûne navendên hilberandina sermiyanê.
‘CIWANAN ANTÎ MÎLÎTARÎST DIKIN PARÇEYEK ŞER, EM JI BO GUHERÎNÊ TÊN’’
Di daxuyaniyê de êrîşên li ser akademiyenan, yên li ser xwendekaran, ên li dijî kesên ku naxwazin biçin leşkeriyê hate destnîşankirin û hate gotin: ‘’Ciwanên antî-milîtarîst dikin parçeyek ji şer. Di nav vê rewşê de em ciwanên HDP’ê em ê ji vê rewşê re bibêjin, ‘êdî bes e’, dengê ciwanan, mîna ya li kuçeyan, li Meclîsê jî em ê bikin parçeyek ji têkoşînê. Em dibêjin, bila biguhere û em ji bo guhartinê tên.’’
Di daxuyaniyê de berdewamî wiha hate gotin: ‘’Em ciwan em ê bi ciwanî bijîn, em ê bibin xwedî raye, biryar û jiyaneke azad ava bikin. Em ê civakeke wiha ava bikin ku çand, nasname bi azadî bijîn, em ê bi reng û cihêrengiya xwe hebin. Em ê perwerdehiya bê pere, zanistî, pêşketî, bi wekheviya zayendî û perwerdehiya bi zimanê dayikê bînin.’’
‘DENGEK JI BO HDP’Ê, DENGEK JI BO DEMÎRTAŞ’
Di daxuyaniyê herî dawî hate gotin, ‘’Herî dawî em dibêjin, heke em hebin wê biguhere, heke em bibêjin wê biguhere, wê biguhere. Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bixin! Dengek ji bo HDP’ê, dengek ji bo Demîrtaş.’’
Piştî xwendina danezanê Namzeta Stenbolê ya HDP’ê Şehrîban Alkiş got divê pergala berdest biguhere û pergal bi têkoşîna yekbûyî dikare biguhere. Alkiş bang li hemû ciwanan kir ku tevlî nav xebatên hilbijartinê û têkoşînê bibin.