NÛ BÛ-Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê: Demîrtaş e
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê eşkere kir.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê eşkere kir.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di axaftina aktivîteya çaçoveya kampanyaya hilbijartinê ya li Amedê lidar xistî de got: “Namzetê HDP’ê Birêz Salahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Erdemîtê rehîn hatiye girtine.”
Di aktivîteyê de peyama namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edirneyê hate xwendin.
Demîrtaş di peyama xwe de wiha gotiye: “Divê her kes bi awayeke aktîv di xebatên hilbijartinê de cih bigire. Ez jî li vir bi qasî ji destê min tê, alîkariya we bikim. Hûnê bibînin, tişta herî baş a di hilbijartina 24’ê Hezîranê de bê kirin wê em bin.”
Demîrtaş di dewama peyama xwe de bal kişand ser van xisûsan:
Ji dil û can we tevan silav dikim. Bi vê peyama min ji bo jiyaneke nû, hêvî û siberojeke nû hûnê namzetiya min a ji bo serokkomariyê ragihînin. Ji bo vê nêzîkatiya we ya ku ev erk ji bo min layîq dîtin pir rûmet im.
Di vê pêvajoyê de spasiya hemû gelê xwe û partiya xwe ya ku bawerî, hêz, dostanî û piştgiriya xwe ya ji bo min pêşkêş kirin, dikim.
Tevî hemû gef, êrîşan jî vê sekna bi heybet a ku dilê bi milyonan kesî bi min re lê dide, heta niha hucreyeke ku 6 milyon kes lê bicih bikin nehatiye avakirin. Ev salek û nîve di nava hucreyê de li gel we nefes digirim û didim, bi we re jiyam. Li ser navê we nirxên aştî, azadî, demokrasî, edalet û wekheviyê li vir temsîl dikim.
Tişta dikeve ser milê min çi dibe bila bibe, ez ê bibim layîqî vê sekna we. Ji bo vê tişta ji destê min bê hê zêdetir ezê bikim. Lê hûn baş dizanin li vir ji ber şert û mercên giran ên girtîgehê derfetên xebatê bê kirin pir kinin. Niha dest, deng, nefesa min hûn in, ciwan in, jin in.
Diyare ku wê dîsa kampanyayeke bê zor û bê edalet pêk were. Lê me dev jê bernadin. Gav bi şûnde navêjin. Bê ku bêjin şev e, mal bi mal, kolan bi kolan gund bi gund divê hûn bigerin. Hûnê ne min, jiyana azad a herî xweş ji her kesê re vebêjin. Hûnê bînin ziman ku jiyana di nava aştî û biratiyê de çiqas xweşe, vebêjin.
Divê hûn yên ku mafê wan tên xwarin, heqaret li wan tê kirin dîsa Kurd, Elewî, Ermenî, Sunî, Çerkez, Ereb, Pomakî, Roman û heta yên din ku ji warên wan kirine, bidin nîşandan ku enceq dikarin bi me re bikarin bidest bixin îqna bikin.
Di vê pêvajoya kin a hilbijartinê de divê her kes bi awayekî aktîf kar bike. Ez jî li vir bi derfetên xwe yên her çiqas ji ber şert û mercên girtîgehê bibim alîkar. Hûnê bibînin tişta herî baş a di hilbijartina 24’ê Hezîranê de derbikeve wê em bin. Hûnê ji bo yên ku dibêjin ‘Di tura duyemîn de hûnê piştgiriyê bidin kê’ bêjin bi baweriyeke mezin bêjin: ‘Em ê di tura duyemîn de jî piştgiriyê bidin Demîrtaş’. Li ser pirsa hûnê piştgiriyê bidin kê?’ Ji min bawer bikin û pêk bînin. Di tevahî pêvajoya kampanyayê de bi hemû partî û kesan re bicivin. Ev ji bo me ji serketina hilbijartinê hê girîngtire. Vê qet ji bîr nekin. Bi ti awayî rê nedin provakasyonan.
Bi hemû coş û kêfxweşiya xwe xwe ji bo serketina 24’ê Hezîranê amade bikin. Em ê Tirkiyeyê hê zêdetir bi pêş ve bibin. Ji bo parastina jiyaneke bi ewle, aram, aştî û aramniyê bi biryardariyeke mezin û pê bawer ber bi desthilatê ve biçin. Ji bo xizmetkirina 80 milyonan ji 55 milyonan hilbijêran daxwaza erkê dikin. Em ji xwe û kadroyên xwe bawerin. Bi gel re em ê demokrasiyeke mezin ava bikin. daxwaz dikin ku her kes ji vê bawer bike. Hevêryên min ên bi nirx, heskirî û gelê min ên rêzdar;
Partiyên siyasî yên ku dixwazin me di bin benda hilbijartinê de bihêlin û weke ku em tine ne dihesibînin, ji ber vê kiryarên xwe wê ji xwe şerm bikin. Ji ber ku HDP ya ku we cêkirî, tifaqa herî mezin bi gelê hejar re pêk aniye. Li dijî du tifaqên cuda yekane alternatîf heye, ew jî HDP ye. Rêya te vekirî be HDP.
Herî dawî, spasiya hemû gelê xwe û partiya xwe ya ku bawerî, hêz, sazî, dostanî, rêxistinên civaka sivîl û piştgiriya xwe ya ji bo min pêşkêş kirin, dikim. Ji niha ve her kesê ji bo xebata serketina hilbijartinê vedixwînin. Em ê bi ser kevin. Bi teqez em ê serkevin. Bawer bikin em ê bi ser kevin.
Li ser navê hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehê silav û rêzdariyên xwe pêşkêş dikim.
Em ê bi serkevin. Bawer bikin em ê çêbikin. Silav û rêz”