Namzetê CHP'ê Mûharrem Înce ye
CHP'ê Mûharrem Înce kir namzetê xwe yê ji bo Serokkomariyê.
CHP'ê Mûharrem Înce kir namzetê xwe yê ji bo Serokkomariyê.
Koma Meclîsê ya Partiya Gel a Komarger (CHP) namzetê xwe yê ji bo Serokkomariyê diyar kir. Parlamenterê Yalovayê Mûharrem Înce ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê bû namzetê CHP'ê.
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû wê li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali di şahiyekê de namzetiya Înce ragihîne.