Namzetê çep Vazquez serokdewletiya Ûrûgayê qezenç kir
Namzetê çep Vazquez serokdewletiya Ûrûgayê qezenç kir
Namzetê çep Vazquez serokdewletiya Ûrûgayê qezenç kir
Hilbijartinên serokdewletiya welatên Başûrê Amerîka Ûrûgayê, namzetê tifaqa çep Tabaré Vazquez qezenç kir. Bi serketina Vazquez re namzetên çep a cara sêyemîn e li dû hev tên hilbijartin. Vazquez yekemîn serokdewletê çepgir e ku di navbera salên 2005-2010 de ev wezîfe meşand.
Li gorî encamên destpêkê yên tûra duyemîn a hilbijartinên serokdewletiyê yên Ûrûgayê, namzet Tabaré Vazquez ê ji tifaqa partiyên çep, sosyalîst û demokratên Xiristiyan Frente Amplio destek digirt, bi ser ket. Li gorî encamên ji sindoqan Vazquez ji sedî 53 heta 54 ê dengan wergirt, namzetê partiyên rastgir Luis Lacalle Pou ji sedî 40,6 heta 42 ê dengan stend.
Li Ûrûgay a xwedî 2,6 mîlyon hilbijêrên qeyidkirî, ji ber bikaranîna dengan ji neçarî ye, beşdariya li hilblijartinê di ser ji sedî 80 bû. Di tûra yekemîn a hilbijartinê de Vazquez ji sedî 48, hevrikê wî Luis Lacalle Pou ji sedî 30 ê dengan wergirtibûn.
Tabaré Vazquez ku wê di Adara 2015'an de wezîfeyê ji José Mujica wezîfeyê dewir bigire, di hilbijartinên 2004'an de bi ser ketibû û weke yekemîn serokdewletê çepgir ê Ûrûgayê di navbera salên 2005-2010 ev wezîfe meşandibû.