'Muzeya Şermê' vedibe
'Muzeya Şermê' vedibe
'Muzeya Şermê' vedibe
'Muzeya Şermê ya 12'ê Îlonê' ku ji aliyê Federasyona 78'an a Şoreşger ve li Enqere, Îzmîr û Antalyayê hat vekirin, îro yekemcar li Navenda Çandê ya Akatlar a Stenbolê tê vekirin. Muzeya ku dê heta 22'ê Îlonê vekirî bimîne, welatî dikarin bê pere lê bigerin. Li muzeyê alavên taybet ên şoreşgerên di dema 12'ê Îlonê de hatin darvekirin û rastî îşkenceyê hatin û amûrên îşkenceyê teswîr dikin, tê bên nîşandan. "Bîrdariya Hurmetê ji Mexdûrên Îşkenceyê re" ku bi piştgiriya Komeleya Mûxalîfên Leşker ên li dijî Derbeya Leşkerî ji aliyê Şaredariya Kadikoyê ve hat amadekirin, dê îro bi merasîmê bê vekirin.
Li muzeyê, dê alavên şexsî, nameyên girtîgehê û wêneyên gelek şoreşgerên mîna Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan, Yûsûf Aslan, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya cih bigirin.