Muxalefeta Sûriyeyê dixwaze yekitiya kurdan asteng bike

Muxalefeta Sûriyeyê dixwaze yekitiya kurdan asteng bike

Di demeke ku  nûnerên rêxistinên siyasî yên Rojava di mijara Cenevre-2’ê de ji bo ku nêzîkatiyeke hevpar ava bikin hevdîtin pêk dianîn de serokê Koalîsyona Netewî a Sûriyeyê Ehmet Cerba çû serdna Hewlêrê û vê rê li ber nîqaşan vekir.  Ehmed Îlhan ku jib o hevdîtînin Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û ENKS’ê li Hewlêrê bû diyar kir ku  serokê Koalîsyona Netewî a Sûriyeyê Ehmet Cerba ji bo yekitiya navbera kurdan xera bike hatiye bajar.

Îlham Ehmet tevli bernameya Bûyer a Ronahî Tv bû û  der barê armaca serdana Cerba de nirxandin kir. Ehmet da zanîn ku  ji bo ku Konseya Bilind a Kurd û ENKS’ê aktîf bikin û di mijara tevlbûna Cenevre-2 de hevdîtinan dimeşînin û got armanca wan  ne tenê tevlibûn Cenevre-2’ê ye armanca wan eve ku pirsgirêka kurd bibin zemîna konferansê.

Îlham got di demeke ku hevdîtinên wisa didomin de Cerba hatiye Hewlêrê û got: “Wisa xuyaye ku Cerba ji bo ku yekitiya kurdan asteng bike hatiye Hewlêrê. Li aliyê din jî ENKS daxuyaniyan dide û diyar dike ku ger Cerba daxwazên wan qebûl neke dê bi me re îtîfaqê ava bikin. Koalîsyon dixwazie îtîfaqa navbera kurdan de bê avakirin.

Ehmet helwesta mijara tevlibûna koalîsyonê de jî wiha got: “Koalîsyon dixwaze hemû kurd tevli wan bibin.  Lê polîtîkayên ew dimeşînin li dijî kurdane. Ger îradeya kurd mafê kurdan bidin nasîn em amadene îtîfaqê ava bikin. “

Aldar Xelîl ku duh ji ANF’ê re nirxandin kir diyar kir ku wan bi ENKS’ê re ji bo ku bi heyeteke hevpar û serbixwe tevl Cenevreyê bibin nîqaşên berfireh meşandine û ji bo bersiveke teqez ENDS’ê rojek dem xwestiye.

Cerba li ser malpera înternetê ya Naharnet diyar kir ku kurd  dê bi du heyetan yên wekê muxalefet û hikûemt tevli Cenevre bibin.