Muslim û Bextiyar li Atînayê tevlî civîna gel bûn
Hevserokê PYD'ê Muslim û endamê Polîtburo ya YNK'ê Bextiyar li Atînayê tevlî civîna gel bûn.
Hevserokê PYD'ê Muslim û endamê Polîtburo ya YNK'ê Bextiyar li Atînayê tevlî civîna gel bûn.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim û endamê Polîtburo ya YNK'ê Mele Bextiyar ji bo tevlî kongreya SYRÎZA bibin hatin paytexta Yewnanîstan Atînayê.
Muslim û Bextiyar li Zanîngeha Aboriyê ya li paytext Atînayê beşdarî civîna gel bûn, ku ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Yewnanîstanê ve hat organîzekirin. Di civînê de bûyerên dawî yên li Kurdistan û herêmê hatin nirxandin. Muslim li vir axivî û got, "Li Sûriyeyê û Rojava, pêvajoyeke dîrokî heye. Kurd bi rengekî çalak di vê pêvajoyê de tevdigerin û sîstema xwe ava dikin. Lê belê hin hêz nikarin xwe li vê rabigirin û bi rengekî dijminane êrîşî destketiyên Kurdan dikin. Derd û daxwaza yekane ya Kurdan azadî û statuya wan e. Bi dijminatiya li Kurdan re kes nikare tiştekî bi dest bixe. Lê belê dostaniya bi Kurdan, mirovan bi ser dixîne."
Muslim ji aliyên ku xwe nêzî Kongreya Neteweyî û yekîtiyê nakin xwest, dest ji vê helwesta xwe berdin.
BEXTIYAR: DIVÊ DESTEK JI KURDÊN LI HEMÛ PARÇEYAN RE BÊ DAYÎN
Bextiyar jî destnîşan kir, ku Kurd li Rojhilata Navîn pêşengiyê ji demokrasiyê re dikin û got, lazim e cîhan vê rastiyê bibîne. Bextiyar da xuyakirin, ku desteka ji Kurdên li Başûrê Kurdistanê re tê dayîn divê ji hemû parçeyên din re jî were dayîn û got, "Yekîtî û kongreya neteweyî divê êdî pêk were. Di hewldana destpêkê de me ev bi ser nexistin. girîng e her kes hewldanên xwe yên di vî warî de zêde bikin. Lazim e helwestên pêşî li kongreyê digirin, bên terikandin. Li dijî hêzên dixwazin Lozanên nû bînin serê Kurdan, divê Kurd bi kongreya neteweyî bersivê bidin."