BI DÎMEN

Muslim: Tirkiye jî weke DAIŞ’ê wê têk biçe

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim di Festîvala 24. a Çanda Kurd a Navnetewî de diyar kir li Rojava û Rojhilata Navîn Kurd bi destê xwe dîrokekê dinivîsînin û wiha got, ‘’Tirkiye jî weke DAIŞ’ê wê têk biçe’’

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim di festîvala Navnetewî ya Çanda Kurd de, a li Kolnê axivî û wiha got: ‘’Beriya 4 salan dîsa di festîvaleke wiha de me wiha gotibû: ‘’Em civakeke şerker in, me ji pêşiyên xwe tecrûbe girtiye û em şagirtê Rêber Apo ne’’

Îro Kurd li Rojava, bi Sûryanî û Ereban re dixwaze sîstemekê ava bike. Dixwaze sîstemeke demokratîk û azdîxwaz a federal ava bike. Ev sîstem di heman demê de çareseriya Rojhilata Navîn e jî. Ji bo vê jî li dijî vê şer dikin. Bila her kes bibîne û bibihîse gelê Kud hatiye qonaxeke girîng û pêşengtiyê ji têkoşîna demokrasiyê re dike. Bi DAIŞ’ê û paşmêrên wan re şer dike. Ku DAIŞ têk çû, hemû wê têk biçin.’’

Muslim diyar kir, Kurd li gelek deverên dinyayaê di nav berxwedanê de ne û got, ‘’Gelê me li Kobanê, Cerablûsê û Strasboûrgê li ber xwe dide û hûn jî li vê derê li ber xwe didin. Ev jî nîşan dide ku em bi Rojava, YPG’ê û Qendîlê re ne’

Musilm diyar kir modêla Rojava modêla çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, ‘’ Ev modêla ku em diedilînin modêa Rêber Apo a çareseriyê ye. Em li Rojhilata Navîn pêşengtiya vê dikin. Em naxwazin dewletên Rojhilata Navîn ji hev bifeşkilin. Em dixwazin bi hev re, bi gelan re bijîn. Îro li Sûriyê yê ku herî pir ji mafê mirovan re hurmetdar e, em in. Îro li Rojava û Rojhilata Navîn dîrok bi destê Kurdan tê nivîsîn.’’

Muslim axaftina xwe wiha berdewam kir: ‘’Em ne li dijî gelên Tirkiyê û Sûriyê ne. Hurmeta me ji her kesî re heye. Em têkoşîna biratiyê didin. Em vê jî bi xwîna xwe dinivîsinin. AKP çi dike? Paşmêrtiyê ji DAIŞ’ê re dike. Hûn ê jî weke DAIŞ’ê têk biçin. Ev li ser serê gelê bûne bar û dizitiyê dikin. Alîkariyê didine DAIŞ’ê. Ji qenciyê û biratiyê fêhm nakin. Serê kêliyekê radibin û gefan li me dixun. Em biratiyê dixwazin, têkoşîna vê didin. Rojava ti caran ji gelên Tirkiyê re nebûye tehdît. Bila kes baweriya xwe bi van neyîne.’’

Bi deh hezarên kesên li festîvalê gelek caran axaftina Muslim bi dirûşmên, ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Kujer Erdogan’’ birî.

...