Muslim tevlî panelek li Skoçyayê bû

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, ku li ser vexwendina Parlamenta Skoçyayê ji bo pêkanîna hevdîtinan li Skoçyayê ye, bal kişand ser girîngiya şoreşa Rojava ji bo mirovahiyê.

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim Skoçyayê hin hevdîtin kir.

Muslim li Zanîngeha Edînbûrgê di panelekê de axivî û diyar kir, şoreşa Rojava destketiyeke mezin a mirovahiyê ye. Muslim banga yekîtiyê li gelên Rojhilata Navîn kir û got, "Berxwedana gelê Rojava ya li dijî hewldanên dagirkeriyê û êrîşan bênavber dewam dike. yekane herêma ewle ya ji bo Kurdan, Ereban, Tirkmen, Elewî, Xiristiyan û gelên din, Rojava ye.

Girîng e mirovahî li dora şoreşa Rojava li hev bicive. Di serî de Kurd, heta ku ji bo hemû mirovên li Rojhilata Navîn çareseriyeke adîl neyê peydakirin, wê herêm aram nebe. Gelên herêmê ji bo bidestxistina mafên xwe, têdikoşin. Şerê heyî bi kêrî kesî nayê. Lê belê em ê daxwazên serdestan ên li ser me ferz dikin, qebûl nekin."

Muslim destnîşan kir, ku Kurdan çarenûsa xwe ya nebaş a li Rojhilata Navîn berevajî kirine û got, "Kurd ne tenê ji bo çarenûsa xwe têdikoşin. Di heman demê de li dijî hêzên li derveyî serdemê û paşverû yên mîna DAIŞ'ê şer dikin û bi vî rengî hewl didin rûmeta mirovahiyê rizgar bikin."

'JI HER KESÎ ZÊDETIR EM YEKÎTIYA KURDAN DIXWAZIN'

Muslim bibîr xist, ku bi salane ew banga yekîtiya Kurdan dikin û destnîşan kir, yekîtî wê rê li ber çareseriya gelek pirsgirêkan veke.