Muqteda El Sadr: Eger tu leşkerên xwe venekişîne, em ê biqewirînin

Lîderê Tevgera Sadr Muqteda El Sadr xwest, leşkerên Tirk ji nava axa Iraqê vekişin. Sadr got, eger neyên vekişandin ew ê wan biqewirînin.

Nerazîbûnên li daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Erdogan zêde dibin. Lîderê Tevgera Sadr Muqteda El Sadr careke din dubare kir ku divê leşkerên Tirk ji Başîka derkevin û ev hişyarî da Erdogan: "Hebûna leşkerên Tirk li nava xaka Iraqê ne rewa ye. Eger Tirkiye hêza xwe ji Başîka venekişîne, wê were qewirandin."

Muqtea El Sadr got, "Ey Erdogan. Di destpêkê de Misilmanên li Tirkiyeyê ji nebaşî, zulm û gefan biparêze, piştre îdîa bike ku dixwaze Misilmanên li Iraqê biparêze" û wiha dewam kir: "Weke gelê Iraqê em amade ne gelê Mûsilê biparêzin. Eger Mebesta te ji Misilmanan DAIŞ be, ev yek îspata desteka te ya ji bo DAIŞ'ê ye. Di rewşeke bi vî rengî de mafê me ye ku em giliyê te bikin."