Mûqteda El Sadr: Bila DYA welatiyên xwe ji Iraqê vekişîne

Biryarnameya Serokê DYA Donald Trump ya ji bo qedexeya ketina welatiyên 7 welatên Misilman ji bo Amerîka rastî nerazîbûna Serokê Tevgera Sadr Mûqteda El Sadr hat.

Lîderê Şîa Mûqteda El Sadr bi zimaneke hişk Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rexne kir û got: "Hûn bi serbestî dikevin Iraqê û welatên din lê, nahêlin ew bikevin welatê we. Destpêkê welatiyên xwe ji Iraqê vekişîne."

Duh Wezîrê Karên Derve yê Îranê jî ev biryara qedexeya ketina 7 welatên Misilman ji bo DYA yê weke 'Heqaretê li Welatiyan' dike qebûl kirîbû. Li hemberî vê biryarnameyê Îranê diyar kir kû wê di heman astê de bersiv jê re bê dayîn.