Mûnzûr û Botan li Elmanyayê hatin bîranîn
Çekdar Botan û Adil Sunger, ku ji ber êrîşa hewayî li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, ji aliyê Ciwanên Azad ve li Berlîn û Kolnê hatin bîranîn.
Çekdar Botan û Adil Sunger, ku ji ber êrîşa hewayî li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, ji aliyê Ciwanên Azad ve li Berlîn û Kolnê hatin bîranîn.
Ji bo Çekdar Botan û Adil Sunger (Lecwan Mûnzûr) ku 5'ê Hezîrana 2016'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber êrîşa hewayî şehîd bûn, li paytexta Elmanya Berlînê civîneke bîranînê hate lidarxistin. Civîn bi pêşengiya Ciwanên Azad li navenda NAV-DEM'ê pêk hat û Zîlan Riha ji bo bîranîna şehîdan helbest xwend. Piştre Hevserokê NAV-DEM Berlînê Yeko Ardil peyivî.
Bi navê Ciwanên Azad jî Agir Botan axivî û diyar kir, tevî ku her du şehîd li Elmanyayê ji dayik bûn û mezin bûn, berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Di civînê de li ser jiyan û têkoşîna Çekdar Botan û Adil Sunger sînevîzyon hate nîşandan. Beşdarên civînê dûre fitara xwe vekirin.
KOLN
Gerîlayên HPG'ê Lecwan Mûnzûr û Çekdar Botan li Kolnê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatin bîranîn. Dayika şehîd Lecwan Mûnzûr Ayten Sunger û bi navê Ciwanên Azad Andok Baz li bîranînê axivîn.
Dayik Ayten Sunger got, "Heta nefesa xwe ya dawî ez ê li ser şopa şehîdan bim." Piştre sînevîzyon hate nîşandan û ji bo şehîdan mewlûd hate xwendin.