Mufetîşên NY wê roja Duşemê rapora Sûriyê biweşînin!
Mufetîşên NY wê roja Duşemê rapora Sûriyê biweşînin!
Mufetîşên NY wê roja Duşemê rapora Sûriyê biweşînin!
Tê payîn, mufetîşên Neteweyên Yekbûyî (NY) encama lêkolînên xwe yên li ser îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî li Şamê, roja Duşemê bi raya giştî re parve bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laurent Fabius diyar kir, ku pisporên çekên kîmyewî yên NY, dibe ku encamên lêkolînên xwe yên 21'ê Tebaxê li Şamê der barê îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî de pêk anîbû, bi sedem û delîlên bûyerê re roja Duşemê ji raya giştî re aşkera bikin.
Hêjayî gotinê ye, DYE û hevalbendên wê, ji êrîşa 21'ê Tebaxê ya li Şamê, ku tê gotin çeka kîmyewî hatiye bikaranîn û bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane, rejîma Sûriyê berpirsyar dibîne. Rejîma Esad jî vê tewanbariyê red dike. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî îdîa dike ku komkujiya 21'ê Tebaxê ji aliyê komên mûxalefetê ve hatiye kirin.