Mudaxaleya leşkerî dibe ku krîza aborî bi xwe re bîne

Mudaxaleya leşkerî dibe ku krîza aborî bi xwe re bîne

Senaryoyên mudaxaleya leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê tên nîqaşkirin û  fikarên ku dê ev êrîş ji bo Tirkiyeyê di warê aborî de gelek bi rîsk be û her wiha dê sermayeya biyanî ji welat vekişe jî zêde dibin.

Hem sînyalên ji aliyên aborî yê navnetewî tên û hem jî xetereya pevçûnê ya ku dê Tirkiye jî tevli pevçûnê bibe, fikarên krîzeke cidî ya aboriyê li welat çêbibe nîşan dide.

Kovara aboriyê ya îngîlîz The Economîst, diyar kir ku  di warê têketina sermayeye biyanî de herî zêde rîska dê di carekê de bisekine, Tirkiye pê re rû bi rû ye.  Di nava welatên G20 de welatê ku ku aboriya wî li ser hevsengiya herî xesas cih girtiye Tirkiye.

Di eksena rîskê ya gişî de Tirkiyeya ku lîdere, di rêjeya hatina valahiya cariya netewî  de di rêza sêyemeîn, di deyn û girtinên derve yê dema kin de sêyemîn, di mezibûna krediya sektora taybet de ya 2009-2012’an de yekemîn û ji serê vê salê heta niha li dijî dolar nirx wenda kir û bû welatê 6’emîn.

Di rojnameya Wall Street Journal di mijara aboriya Tirkiyeyê de, di gotareke hate weşandin balê dikişînin ser rekora dolar û got di sektora reel de jî zehmetî tên kişandin.

Di gotara Joe Parkinson û Emre Peker ku bi ser navê ‘Aboriya zêrîn ya demekê Tirkiye, ji her eniyê darbeyê digire’ geşedanên neyînî yên mehên dawî yên der barê aboriya Tirkiyeyê tên nirxandin. Li gorî gotarê di meha gulanê de Borsa Îstanbul gihiştiye asta rekorê û îro ji sedî 30 paşde çûye. Şîroveyên Erdogan yên der barê sermayeye biyanî ya di protestoyên Parqa Gezî de kesên razemenî dikir, tirsand.

Sûriye pir nêzî mudaxaleyê bûye û enflasyona salene di meha tebaxê de derketiye ji sedî 8.2, korîdora faîza Bankaya Navendê ji sedî 7.75 bû û got dê li ser vê bandê nelîze û çeka faîzê bikarneyne.

Rîskên aboriya Tirkiyeyê wiha tên rêzkirin:

Li gorî sala borî bi zêdebûneke nêzî 6 mîlyar dolarî valahiya carî ya 6 mehan gihiştiye 35,9 mîlyar dolarî.

Di sala 2011’an de di dema krîza boarî de hatina netewî ji sedî 10 valahiya carî çêbû û di sala 2013’an de jise dî 7-10 bû.  Ev jî nîşan dide ku dê Tirkiye bi pirsgirêka fînansî ya girîng re rû bi rû were.

Li aliyê din jî rezerva dovîza Bankaya Navendî  105.6 mîlyar dolar bû û stoka deynê derve ya vadeya kin gihişt 125,7 mîlyar dolarî û ev jî nîşan dide ku ji krîza fînans man pir ne dur e.